Türkan Tosun
18 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2017
ANKARA
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Îsmet Yilmaz mufreda rojanekirî eşkere kir û der heqê naverokê da agahî da û got: "Di asta dibistana seretayî û dibistana navîn de 17, di asta lîseyê de 24, di asta dibistana navîn a îmamxetîbê û lîseya îmam xetîbê de 10 bi tevahî 51 muferdatên cuda, di asta fêrgehan de jî 176 mufredat hatin nûkirin."
Ji axaftina Yilmaz sernavên derketin pêş:
"Mifredata ku hat nûkirin, wê pêşiyê di sala perwerde û hîndekariyê ya 2017-2018an da li pola 1, 5 û 9emîn were sepandin. Heta rêbendana 2018an em ê bişopînin. Heta hezîrana 2018an em ê alav û materyalên perwerdeyê yên mifredata guhertî amade bikin. Ji meha îlonê pê va bi vekirina dibistanên me va ji bo hemû mamoste û weliyên me danasîna bernameyê wê were kirin. Bi van amadehiyan va em ê dest bi sala perwerde û hîndekariyê ya 2018-2019an bikin."