28 Adar 2017•Rojanekirin: 28 Adar 2017
BÎTLÎS
Midûriyeta Şirketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê a Vangoluyê (VEDAŞ) ya Bajêr di çarçoveya Hefteya Pirtûkxaneyan, xwendekarên gundê Kişkiliya bajeroka Aydinlara navçeya Elcewaza Bitlîsê ziyaret kirin.
Midûrê VEDAŞê yê Bitlîsê Tahsîn Uzunselvî got ku xwendin gelekî girîng e û ji ber vê yekê wan ji bo zarokan pirtûk anîne gund.
Uzunselvî wiha axivî:
"Em bi arîkariya Kazim Turkerê Endamê Lijneya Rêveberiya Holdînga Turkerlerê di çarçoveya Hefteya Pirtûkxaneyan hatin vê derê. Hezkirina pirtûkan ji bo zarokan gelekî girîng e. Perwerde bi tenê li dibistanan nayê dayîn, bi xwendinê jî tê dayîn. Ji ber vê yekê me ji zarokan re hin diyarî û gelek pirtûk anîn."