Haydar Şahin
16 Tebax 2019•Rojanekirin: 20 Tebax 2019
Prof. Dr. Mahmut Kayayê lêkolîner, nivîskar û helbestvan got ji bo telmîh û mazmûnên di helbestan da fehm bikin wekî tiştanokan pê ra eleqedar dibin û wiha axivî: "Dema meriv ji bo fehmkirinê pê ra eleqedar dibe zêhna merivan vedibe, fikra merivan dewlemend dibe."
Kaya bû mêvanê "Sohbetên Babêelî Enderûnê" ya ku Weqfa Dinyaya Nû li dar dixe û li ser "Ji Wêjeya Qedîm Ber Bi Helbesta Roja Me" axivî.
Kaya diyar kir ku Osmanî li berhemên di navbera sedsalên 8 û 13an da hatin nivîsandin xwedî derketin û ji wê heyamê şûnda jî berhemên wisa nehatin nivîsandin.
- "Ma qet şaristaniya bê rêziman, bê ferheng dibe?"
Prof. Dr. Mahmut Kaya diyar kir ku piştî Tanzîmatê dest bi sadekirina ziman kirin û wiha pê da çû:
"Berê (wekî zimanê weşanê) Erebî û Farisî hebû. Gel baş fehm nedikir. Paşê ev guherî. Piştî Meşrûtiyeta 2yan ev yeka bi lez guherî. Zimanê ilim, felsefe û edebiyatê ji destê me çû. Gotin hûn şoreşê dikin lêbelê hetanî ziman jî laîk nekin hûn nikarin bi ser bikevin. Lewra bingeha peyvê heye. We ber bi demên borî kaş dike. Dîroka wê tîne bîra we."
Kaya got di hemaya Osmaniyan da gramer û luxata zimanê Tirkî nehatiye nivîsandin û wiha pê da çû: "Ma qet şaristaniya bê rêziman, bê ferheng dibe? Jixwe nabe. Ferhenga zimanê Tirkî bi destê James Redhouse hatiye nivîsandin. Ji eslê xwe Îngilîz e. Di heyama Mehmûdê 2yan da di zaroktiya xwe da hatiye vê derê û 18 salan maye. Tirkî hîn bûye."
Kaya bal kişand ku gramera zimanê Tirkî bi destê Cewdet Paşa di sedsala 19an da bi navê "Serf û Nehwa Osmanî" hat nivîsandin û wiha axivî:"Em bi carekê nehatin vê rojê. Heke mihasebeya dîrokê bikin gelek tişt hene ku dibê meriv li ser biaxive, lêbelê mîrata wêjeye baş ji me ra maye. Em civakeke wisa ne ku ji destpêkê vir da edebiyata me ya gel heye. Di nav wê da jî gelek xet hene. Edebiyata Dîwanê ya zumreya payebilindan e û edebiyata me ya dînî jî heye. Di vê edebiyatê da mewlûd, qesîde, ne'at, mîraciye û hîlye hene."
Kaya got li welatekî heke rexne tunebe ilim, huner an jî wêje pêş nakevin û wiha got: "Rexne rêbera me ye, pêşîvan e. Wekî civak me kevneşopiya rexneyê pêş nexist."
Kaya piştî pêşkêşiya xwe pirsên beşdaran bersivandin.