Perwerdehî

"Di rêziknameya derbasbûna ji polê ya perwedeya navîn da hemû guherîn temam bûn"

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk: "Di rêziknameya derbasbûna ji polê ya perwedeya navîn da hemû guherîn temam bûne û em ê ji 2020-2021an pê va bisepînin."

Nihat Kavşut  | 05.09.2019 - Rojanekırın : 05.09.2019
 "Di rêziknameya derbasbûna ji polê ya perwedeya navîn da hemû guherîn temam bûn"

Ankara

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk: "Di rêziknameya derbasbûna ji polê ya perwedeya navîn da hemû guherîn temam bûne û em ê ji 2020-2021an pê va bisepînin."

"Heger weliyek jî qeyda dibistanê çêneke ji bona çareseriyê çi hewce be em ê bikin. Li midûriyetên perwerdeyê yên bajar û navçeyan ji bona vê mijarê mase hatine danîn."

 "Me li îmkanên fizikî û civakî û rewşa mamosteyên bikadro û bipeyman yên dibistanan mêze kir û li gor van şert û mercan serê her xwendekarekî me matrîsa feydeyê dibistanan çêkir."

Selçuk der barê betlaneyên navberê da wiha got: "Ev pergaleke mayînde ye. Havînê wexta dibistan dikevin betlaneyê çawa welî dixebitin û zarok betal in di nav heyamê da jî rewş eynî ye." 

Selçuk der heqê betlaneya navberê da wiha got: "Heger ji bona weliyan 180 rojên kar neguhere guherîneke mezin çênabe. Em dibêjin zarokên me dikarin di vê betlaneyê da filan tiştî bikin. Ji xeynî pêşketina wan ya akademîk ji bona pêşketina wan ya civakî û derûnî jî ev betlane firsend e."

Selçuk ji bona dema vekirîmayîna dibistanan wiha got: "Vê gavê ji bona guherandina 180 rojan planeke me tuneye."

Selçuk der barê guherandina dibistanên navîn û lîseyan da wiha got: "Elqeya wê bi ezmûnan ra tuneye. Em têkiliya ezmûn biguhere pergala perwerdeyê sererast dibe yan jî xera dibe qebûl nakin. Vê gavê pêwistiyeke wisa tuneye."

"Di navbera dibistanan da ferqa fêrbûnê nêzî ji sedî 40î ye. Divê ev dakeve bin ji sedî 10an. Em dixwazin ferqa cudahiyên îmkan û fêrbûnê kêm bikin."

"Zarokên bi pergala 4+4+4ê dest bi dibistana seretayî kirin di 2020-2021an da wê dest bi lîseyê bikin. Nifûsê me yê serdemê li derdora milyonek û 200 hezarî ye, lê wê çaxê dê bibe milyonek û 800 hezar. Divê sala bê em binesaziya fizikî çêkin, pêwîstiya mamosteyan çareser bikin û veguherîna laboratuvaran pêk bînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.