Çand û huner

"Şairê Hesretê: Ahmed Arif"

Şair Ahmed Arifê ku bi yekane pirtûka xwe ya helbestê "Ji Hesreta Te Min Qeyd Rizandin" ku gava li jiyanê bû hat weşandin va di helbesta Tirkî cihekî sereke wergirt, di 29emîn salvegera wefata xwe da tê bibîranîn

Önder Beyter, Abdullah Tel, İbrahim Atmaca, Türkan Tosun  | 01.06.2020 - Rojanekırın : 02.06.2020
"Şairê Hesretê: Ahmed Arif"

Istanbul

Ji ser mirina şair Ahmed Arif ku helbestên wekî "Ji Hesreta Te Min Qeyd Rizandin", "Wî Tarîtî", "Hezkirina Te Ez", "Bêdeng" û "Êvara Girtîgehê Zû Tê" nivîsîn ra 29 sal derbas bûn.

Şairê ku helbestên wiha nivîsîn ku di hişan da hatin neqişandin, 21ê Nîsana 1927an li Diyarbekirê hat dinyayê.

Ahmed Arifê ku navê wî yê rastîn Ehmet Onal e, hê gava 2 salî bû diya wî Sare xanim mir.

Ahmed Arif ji ber memûriyeta bavê xwe Arif Hikmetê Kerkûkî, dibistana seretayî li Sêweregê xilas kir. Arifê ku li Diyarbekirê dest bi dibistana navînî kir, xwendina xwe ya dibistana navînî li Rihayê temam kir. Arif, Lîseya Afyonê ya leylî jî sala 1945an kuta kir.

Arif di salên dibistana navînî de dest bi nivîsandina helbestê kir, gava li Lîseya Afyonê dixwend, bala wî bêtir çû ser wêjeyê.

Helbestên ewil ên Arif sala 1942yan di kovara Taşpinar a weşana Mala Gel a Afyonê û herwiha kovara Miletê da hatin weşandin.

Arif piştî lîseyê çû eskeriyê paşê di sala 1947an da li Beşa Felsefeyê ya Fakulteya Ziman Dîrok Erdnigariyê ya Zanîngeha Enqereyê qeyda xwe çêkir û di sala 1948an da jî li Bankeya Navendê wek karmend dest bi kar kir, ji aliyekî va dixwend û ji aliyekî va jî dixebitî.

- "Ji Hesreta Te Min Qeydikan Rizî Kir" di sala 1968an da hat çapkirin

Ahmed Arif helbestên bi şêweyên xwe di sala 1948an da weşand. Helbesta wî ya bi navê Rustemo ku Atilla Îlhan verast kir di kovara Varlikê da weşiya û di antolijiya Helbestên-1948an da cih girt.

Di heman salê da helbesta wî ya bi navê "Ber Bi Êvarekê Va" di kovara Meydanê ya carek derket da hat weşandin û di salên din da jî Arif ji bo kovarên Înkilapçi, Gençlîk, Yeryuzu, Seçîlmîş Hîkayeler, Soyut, Yenî Ûfûklar, Turk Solu, Kaynak, Mîlîtan û Papîrusê nivîsî.

Helbestvanê xwedî merîfet ji ber fikr û ramanên xwe yên siyasî di sala 1951î da hat girtin. Zanîngeh di nîvcû da ma û ji heqê karmendiyê jî bêpar ma. Arîf di cotmeha sala 1954 an da ji girtîgehê derket, çû diyarbekir û piştî ku qewlê divê di bin çavdêriya dewletê da derbas bikira qediya ji nû va zivirî Enqereyê.

Fîkret Otyam di hevpeyvînên xwe da ji helbestên wî hin beş nivîsî û di dawiya salên 1950î yî da nav û dengê Arîf zêdetir belav bû û wî di rojnameyên Oncu û Halkçiyê da verastkirin, sekreteriya teknîkî û rojnamegerî kir.

Ahmed Arif di sala 1967an da bi Aynur xanimê ra zewicî.

Pirtûka wî ya bi navê "Ji Hesreta Te Min Qeydikan Rizî Kir" di sala 1968an da hat çapkirin û di hevpeyvîneke pê ra hat kirin da wiha got: "Qala vê kirinê raste nizanim. Ev tiştekî pir şexsî û hêstyariye û êdî bûye bîr. Min navê pirtûka xwe Çar Aliyê Min Koxika Qunekan e daniya. Min jî navê Ji Hesreta Te Min Qeydikan Rizî Kir lê danî."

Pirtûk heta niha çendîn caran hatiye çapkirin. Li Tirkiyeyê di nav berhemên ku herî zêde hatin çapkirin û xwendin da cih girt.

- Besteya gelek helbestên wî hatin çêkirin û kesên navdar xwendin

Ahmed Arif di hevpeyvîneke xwe da li ser pirsa "hûn çawa invîsin" wiha gotibû:

"Jê vê ra dinvîsim nayê gotin. Ez helbestê di serê xwe da, dilê xwe da dinivîsim. Paşê rojekê rûdinêm û dinvîsim. Sê çar cihên wê sererast dikim. Heke kêmasiyek tê da hebe an jî tiştekî nû hatibe bîra min, ez wê cardin diguherînim, ew qas... Ji ber vê yekê heke ji min ra bêjin hozanê gel, ez ê serbilind bibim. Piçûk nabînim. Çi digotin jê ra, îrtîcalen..."

Şairê mezin di 1972yan da bi bûyîna Filîntayê kurê xwe va bû bav, di 1977an da ji rojnamegeriyê teqawid bû.

Ahmed Arif di 2yê hezîrana 1991an da ji ber sekna dil li Enqereyê can da. Cinazeyê wî roja din li Mizgefta Maltepeyê hat rakirin û li Goristana Cebeciyê hat definkirin.

Ahmed Arif ji şairên dawîn ê nifşa 1940î yek e. Piştî wefata Ahmed Arif kurê wî helbestên wî berhev kirin û bi navê "Yurdum Benîm Şahdamarim" di 2003yan da da çapkirin.

Besteya piraniya helbestên Arif hat çêkirin û Ahmet Kaya, Zulfu Livanelî, Fikret Kizilok, Edip Akbayram, Cem Karaca, Mogollar helbestên wî wek stran gotin. Nameyên ku ji Cemal Sureya ra nivîsîne bi navê "Cemal Sureya'ya Mektuplar", nameyên ku ji Leyla Erbilê ra nivîsîne jî bi navê "Leylim Leylim"ê piştî wefata wî hatin çapkirin.

- "Di şêwaza vegotina helbestên wî da tesîra zimanê gel û helbesta gel hene"

Cemal Sureyayê hevalê wî yê nêzîk wiha qala Ahmed Arif kiribû:

"Rewşa merivên Rojhilatê Anadoluyê bi lîrîzmeke bê tirs va dide ber çavê me. Paşê wê rewşê li ser hemû merivên Anadoluyê nîşan dide. Pîr Sultan Abdal, Nazîfê Urfayî bi Koroglu û Bedrettîn va girêdide. Îmge li cem wî ne tiştekî sînordarkiriye, di rastiyê da helbest bi xwe ye. Hin peyvên sade yên di tevahiya helbestê da hatine bikaranîn, tesîreke nuwaze, qabiliyeke îmgeyê çêdike di helbesta Ahmed Arif da. Ji hêla din peyvên wek yek an jî du rêz hatine bikaranîn ji hêla şikl û şemalê va dibin xwedî girîngî. Wisa ku ji van peyvên wek arûzeke veşartî yên bi tenê Ahmed Arif bi kar tîne û ji xwe tên zayîn muzîkek belavî hemû helbestê dibe yan jî hemû helbest di wan peyvan da xwe sererast dike."

- "Helbestvanekî bêhempa ye"

Helbestan û nivîskar Gulten Akin jî wiha behsa helbestvanê navdar kiribû: "Ji helbesta Ahmed Arif ra gotine helbesta hêviyê, nazikiyê, bêtirsiyê. Ezê li ser zêde bikim; helbesta wî helbesta rûmet, nefspiçûkî û sadebûnê ye jî. Ev taybetmendî paşê nehatine bidestxistin, ew taybetmendiyên kevneşopiya kesên ji Rojhilatê ne. Aqil û dil bûne yek. Jiyanceribandinên xwe yên herî biêş ûherî bihêvî raxistiye û ew helbest jî ji ber wan hatine nivîsandin. Helbesta Ahmed Arîf ji serî heta binî xwe dispêre rastiyên berbiçav. Helbest karekî bizehmet e. Lê carekê jî bêyî ku li hev siwar bike, caarekê jî bêyî ku ji hêla şikl, ziman û vegotinê va zehmetiyê bikşîne, îmge û şibandinên herî azad dîtiye, bi kar aniye û wisa nivîsiye. Helbestvanekî bêhempa ye."

- "Asoyan fireh dike"

Helbestan û nivîskar Nîhat Behram jî ji bo helbesta Ahmed Arif gotibû helbesta wî helbesta gel a devkî ye û asoyan fireh dike.

Behram wiha gotibû: "Di helbestê da şopên kur ên ku bi edetên eşîrê mezinbûnê û hesasiyeta ku nikare xwe ji hesasiyeta gel bişo tên dîtin. Ya ku jiyana xwe ya rojane û helbesta xwe wek hev dike ev e. Li cem Ahmed Arif jiyan û helbest di têleke zirav da bi hêvî û bêtirsiyê va dibe yek."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.