Pîştî tetîla nîvê salê dibistan wê sibê vebin
Ankara
Qasî 18 milyon xwendekarên pêşdibistan, dibistana seretayî, dibistana navîn û lîseyê piştî tetîla nîvê salê ya ku du hefteyan dewam kir sibê wê dest bi serdema duyem a sala perwerde û hîndekariyê ya 2025-2026an bikin.
Nêzîkî 18 milyon xwendekar û 1.2 milyon mamoste li dibistanên girêdayî Wezareta Perwerdeya Neteweyî di 8ê Îlona 2025an da dest bi sala perwerde û hîndekariyê ya 2025-2026an kirin.
Perwerde û hîndekarî li seranserê welêt ji 760 hezarî zêdetir fêrgehan da tê dayîn ku, xwendekarên di van polan da perwerdeyê hildidin wê betlaneya serdema duyem di navbera 16-20ê Adarê da bikin.
Serdema duyem a sala perwerde û hîndekariyê ya 2025-2026an wê di 26ê Hezîranê da dawî bibe.
Li gorî nîvîsa ku Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Yusuf Tekîn ji 81 bajaran ra şand, serdema duyem a perwerde û hîndekariyê ya vê salê, wê bi çalakiyên perwerdekirin û hişyarîkirinê yên ku armanca wan ew e ku ala bê hezkirin, hişmendiya yekîtî û hesta aîdiyeta hevpar xurt bibe va dest pê bike.
Li hemû dibistan û saziyên fermî û taybet di navbera 2-6ê Sibatê da xebat û perwerdeyên ji bo hezkirina alayê wê bên meşandin.
Li dibistanan xebatên agahdarkirinê yên der barê dîroka alayê, nirxên neteweyî û manevî da bên kirin.
Dibistan wê bi alayan bên xemilandin, pêşbirk, wêne, helbest û pêşangehên ku mijara wan hezkirina alayê ye wê bên lidarxistin, xebatên çandî û hunerî bên kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
