Perwerdehî

Piştî tetîla nîvê salê dersa ewil dê bi temaya "Hezkirina Alayê" dest pê bike

- Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Yusuf Tekin: - "Gihandina nifşên hişmend ên girêdayî nirxên xwe ne û bi hevîrê hezkirina alaya me ya bi şan a sembola nasnameya me ya neteweyî hatine vestirîn, hedefa me ya hevbeş e"

Yusuf Soykan Bal  | 01.02.2026 - Rojanekırın : 02.02.2026
Piştî tetîla nîvê salê dersa ewil dê bi temaya "Hezkirina Alayê" dest pê bike

Ankara

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Yusuf Tekin daxuyand, "Gihandina nifşên hişmend ên girêdayî nirxên xwe ne û bi hevîrê hezkirina alaya me ya bi şan a sembola nasnameya me ya neteweyî hatine vestirîn, hedefa me ya hevbeş e."

Tekin li ser hesabê xwe yê NSosyalê daxuyanî da û destnîşan kir ku piştî tetîla nîvê salê dersa ewil dê bi temaya "Hezkirina Alayê" dest pê bike.

Tekin di parvekirina xwe da wiha got:

"Gihandina nifşên hişmend ên girêdayî nirxên xwe ne û bi hevîrê hezkirina alaya me ya bi şan a sembola nasnameya me ya neteweyî hatine vestirîn, hedefa me ya hevbeş e. Di roja ewil a serdema nû da xwendekarên me dê dibistanên xwe bi alaya me ya Tirk bixemilînin û her wiha dê bi xebatên resm, helbest û afîşê va hezkirina alayê bijîn û hîn bibin. Di vê xebata bi nirx da ez hêviya hêsankariyê ji bo hemû xwendekarên me û her wiha mamosteyên me yên ku dê rêbertiya wan bikin, dixwazim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın