Türkan Tosun
05 Mijdar 2017•Rojanekirin: 06 Mijdar 2017
ANKARA
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Îsmet Yilmaz bû mêvanê Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê (AA) û sîstema nû ya ji bo destpêkirina lîseyan eşkere kir.
Yilmaz got sîstema nû ya ji bo destpêkirina lîseyan temam bûye û wiha axivî: "Me pergala herêma perwerdeyê û bicihkirina mehellî a bêezmûn anî. Kîjan dibistan nêzîkî navnîşana welî û xwendekar be, xwendekar wê li wê dibistanê were bicihkirin."
- "5 lîse wê derkevin li pêş xwendekar û ewê tercîha xwe bike"
Wezîr Yilmaz anî zîman 5 lîse wê derkevin li pêş xwendekar û ewê wisa tercîha xwe bike û der barê sîstema nû da wiha got: "Di vê pergala nû ya ku me anî da emê terciha ewladên xwe werbigirin. Di serîlêdanê da şaşeyekê were pêşiya wan û ji ser vê şaşeyê wê 5 tercihan bikin. Emê tu xwendekarekî xwe li cureyeke dibistanê ya ku naxwaze bi cih nekin. Nexwe di vir da terciha xwendekar û ya weliyê wan esas e."
Der barê sîstema nû de Yilmaz wiha dewam kir: "Ji vir pê va xwendekarên ku astên wan cuda û xwedî eleqeyên cuda ne wê werin lîseyên herêman ên li navnîşanê, li wir ciyawaziyeke akademîk wê çêbibe û evê jî asta serketinê ya dibistanê zêde bike."
- "Em di navbera dibistana navîn û lîseyê da têkiliyekê ava dikin"
Yilmaz got dema dê û bav ewladên xwe li dibistana navîn qeyd bikin ewê êdî bizanibin ku zarokên wan wê herin kîjan lîseyê û wiha pê de çû: "Ji ber vê yekê jî em di navbera dibistana navîn û lîseyê da têkiliyekê jî ava dikin. Ji ber ku xwendekar wê li gor tercîhê û li gor dibistana ku herî nêzî malê ye werin bicihkirin, zexta ezmûnê jî wê li ser xwendekaran rabe."
- "Armanca me ewe ku xwendekar bê ezmûn herin lîseyê"
Wezîr Yilmaz ji bo sîstema nû got armanca wan ewe ku xwendekar bê ezmûn herin lîseyê û wiha axivî: "Ji bo vê jî ka mirov divê çi bike? Divê em hemû lîseyên xwe derxînin asta lîseyên fenê, lîseyên sosyal û dibistanên proje. Di vê oxirê da bi rastî jî me merheleyeke mezin li dû xwe hişt, ez dikarin vê bi serbilindî bêjim."
- "Felsefeya sereke ya pergala nû ew e ku ketina ezmûnê li ser daxwazê ye"
Yilmaz got di sîstema nû da tişta herî girîng ewe ku ezmûn li gor daxwazê ye û wiha dewam kir: "Felsefeya sereke ya pergala nû ew e ku ketina ezmûnê li ser daxwazê ye. Weliyên me heger bixwazin dikarin zarokên xwe bixin vê azmûnê, heger nexwezin jî dikarin nexnê. Xwendekar ji bo ku têkevin lîseyekê ne mecbûr in bikevin azmûnê. Di TEOGa mewcûd da têketina azmûnê mecbûrî bû. Mecbûriyeta azmûnê hat rakirin. Me li giştiyê welêt li çend bajaran hin dibistan kifş kirin û tenê xwendekarên me yên pola 8emîn heke bixwazin, me ji bo wan ezmûnek amade kir, li gor daxwazê ye. Em ê navê van lîseyan û hejmara wan di meha gulanê da eşkere bikin."
- "Hemû pirs wê bi destê wezareta me li navendê bên amadekirin"
Der barê amadekirina pirsên ezmûnê de Yilmaz wiha agahî da: "Ezmûn wê li herêman bê kirin lê hemû pirs wê bi destê wezareta me li navendê bên amadekirin. Emê encamên azmûnê jî di kurtedemekê da anku di nava meha hezîranê da ragihînin. Azmûn wê ji sosyal û fen du beşan û rûniştinekê pêk were. Ezmûnê dersên sereke bihundirîne. Bi tevahî 60 pirs wê hebin û dem jî wê 90 deqîqe be. Azmûn wê li gorî mufredata dersên pola 6emîn, 7emîn û 8emîn be."
- "Em ê pênc tercîhan bidin ber xwendekaran"
Yilmaz ji bo tercîhên xwendekaran ên liseyê de jî wiha axivî: "Em ê pênc tercîhan bidin ber xwendekarên ku dikevin ezmûna lîseyên ku wê bi ezmûnê va xwendekaran hildin. Her pênc tercîh jî wê yên herî nêzîkî cihê ku lê ne. Yek jî em ji bo xwendekarên ku dikevin vê ezmûnê pênc tercîhan didin. Xwendekarên ku dikevin vê ezmûnê jî û xwendekarên ku wê li dibistanên nêzî mala xwe qeyd bibin, wê di heman demê da daxuyaniya wan wê were dayîn û em ê wan li navendê bi cih bikin."