Fatih Gazioğlu
28 Sibat 2018•Rojanekirin: 28 Sibat 2018
VAN
Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU) ji bo ku dîplomeyên sexte neyên çêkirin û teqlîtkirin derbasî sîstema 'dîplomaya biewle' bû.
Der barê sîstemê de Rektorê Zanîngeha Yuzuncu Yilê Prof. Dr. Peyamî Battal daxuyaniyek da nûçegihanan û got ku demek e li ser vê mijarê dixebîtin. Battal der barê taybetiyên dîplomayên nû de hin agahî dan û wiha axivî:
"Li ser dîplomayên nû navê Zanîngeha Yuzuncu Yilê bidizî hat nivîsandin û li ser du çavên pişîkê yên cuda hene. Bona ku îmze neyê teqlîdkirin jî li ser dîplomayê îmzeya rektor û li aliyê din jî îmzeya dekan heye. Bi tevahî li ser dîplomayê 5 xalên parastinê yên cuda hene. Ji ber vê êdî mimkun nîne ku dîplomeya me teqlîd bikin û yên sexte çêbikin."
Battal got ku logoyên lîsans û pêşlîsansê yên Zanîngeha YYUyê cuda ne û rengên logoyê jî rengên saziyê ne.