Önder Beyter
04 Gulan 2017•Rojanekirin: 06 Gulan 2017
VAN
Li Başqaleya navçeya Wanê teseliya pansiyonên hinek lîseyan kirin.
Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Navçeyê Îsmet Samsa û Midûrê Şaxa Perwerdeya Neteweyî Kemal Ozkara teseliya xwaringeh, lavabo, cilşoxane û ciyê razanê yê pansiyonan kirin.
Samsa di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku zarok siberoja welat in û divê ciyê perwerdeya wan rind be û wiha xeberda:
"Her nerindî û neyêniyek li ser psîkolojiya xwendekaran tesîrê dike. Heger xwendekarên me li ciyên ku dimînin rihet bin, wê çaxê di perwerdeyê da emê bêtir nêzîkî qalîteya ku em daxwazin, bibin. Xwendekarên me garantorên siberoja me ne û ji ber hindê jî divê em hemû derfetên xwe seferber bikin da ku baş bên perwerdekirin."