29 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2017
VAN
Li Başkaleya navçeya Wanê di operasyonê de 42 hezar û 300 pakêt cixareyên qaçax, 4 tiving, demançeyek û muhîmatên çekan hatin girtin. 4 şikbarên ku eleqeya wan bi van bûyeran re heye, hatin binçavkirin.
Tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Başkaleyê ji bo ku rê li ber qaçaxcîtiyê asteng bikin û sûcdaran bigrin, li taxa Açikagilê di 4 navnîşanan de operasyon kirin.
Di operasyonê de li malên R.K, E.K, M.K. û O.Dyê lêgerîn hat kirin. Di van malan de 42 hezar û 300 pakêt cixareyên qaçax, 4 tiving, demançeyek, 2 şarjor û gelek muhîmatên çekan hatin girtin.
Li navnîşana E.K. û M.K.yê pîneyên ku rêxistina terorê temsîl dikin û wêneyên terorîstan jî hat dîtin, 4 şikbar hatin girtin.
Der barê bûyerê de jêpirsîn dewam dike.