Perwerdehî

"Hemû verastkirinên ji bo mayîna di polê da ya perwerdeya navîn amade ne"

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk: "Di rêziknameya derbasbûna ji polê ya perwerdeya navîn da ji bona mayîna di polê da hemû verastkirin amade ne û em ê ji 2020-2021an pê va bisepînin."

Nihat Kavşut  | 05.09.2019 - Rojanekırın : 06.09.2019
"Hemû verastkirinên ji bo mayîna di polê da ya perwerdeya navîn amade ne"

Ankara

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk: "Di rêziknameya derbasbûna ji polê ya perwerdeya navîn da ji bona mayîna di polê da hemû verastkirin amade ne û em ê ji 2020-2021an pê va bisepînin."

Selçuk li Maseya Edîtoran ya Ajansa Anadoluyê (AA) pirsên der barê rojevê da bersivand.

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk der barê daxwazên bexşan da ku ji bona dibistanan tên xwestin wiha got: "Wexta welî bibêjin 'ez naxwazim bidim' nikarin bibêjin 'em qeydê çênakin.' Bi qanûnê tiştekî wiha mimkûn nîne. Heger weliyek jî qeyda dibistanê çêneke ji bona çareseriyê çi hewce be em ê bikin. Li midûriyetên perwerdeyê yên bajar û navçeyan ji bona vê mijarê mase hatine danîn."

Selçuk destnîşan kir li îmkanên fizikî û civakî û rewşa mamosteyên bikadro û bipeyman yên dibistanan mêze kirine û li gor van şert û mercan serê her xwendekarekî matrîsa feydeyê ji bona dibistanan çêkirine.

Ziya Selçuk der barê betlaneyên dibistanê yên navberê da destnîşan kir ev pergaleke mayînde ye û got ku havînê wexta dibistan dikevin betlaneyê çawa welî dixebitin û zarok betal in di nav heyamê da jî rewş eynî ye û wiha dewam kir: "Heger ji bona weliyan 180 rojên kar neguhere guherîneke mezin çênabe. Em dibêjin zarokên me dikarin di vê betlaneyê da filan tiştî bikin. Ji xeynî pêşketina wan ya akademîk ji bona pêşketina wan ya civakî û derûnî jî ev betlane firsend e."

Selçuk ji bona dema vekirîmayîna dibistanan diyar kir vê gavê ji bona guherandina 180 rojan planeke wan tuneye.

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçuk der barê guherandina dibistanên navîn û lîseyan da wiha got: "Elqeya wê bi ezmûnan ra tuneye. Em têkiliya ezmûn biguhere pergala perwerdeyê sererast dibe yan jî xera dibe qebûl nakin. Vê gavê pêwistiyeke wisa tuneye."

Selçuk destnîşan kir di navbera dibistanan da ferqa fêrbûnê nêzî ji sedî 40î ye û wiha got: "Divê ev dakeve bin ji sedî 10an. Em dixwazin ferqa cudahiyên îmkan û fêrbûnê kêm bikin."

Ziya Selçuk diyar kir di rêziknameya derbasbûna ji polê ya perwerdeya navîn da ji bona mayîna di polê da hemû verastkirin amade ne û got ku em ê ji 2020-2021an pê va bisepînin û wiha dewam kir: "Zarokên bi pergala 4+4+4ê dest bi dibistana seretayî kirin di 2020-2021an da wê dest bi lîseyê bikin. Nifûsê me yê serdemê li derdora milyonek û 200 hezarî ye, lê wê çaxê dê bibe milyonek û 800 hezar. Divê sala bê em binesaziya fizikî çêkin, pêwîstiya mamosteyan çareser bikin û veguherîna laboratuvaran pêk bînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.