Nihat Kavşut
09 Mijdar 2018•Rojanekirin: 10 Mijdar 2018
ANKARA
Wezîrê Spor û Ciwaniyê Mehmet Muharrem Kasapoglu der barê bûyerên ku di Lîga Superê ya Spor Totoyê da piştî derbiya Galatasaray û Fenerbahçeyê derketin da wiha got: "Divê aktorên sporê yên nû wekî Baba Hakki, Baba Gunduz, Metîn Oktay û Lefter bibin mînak."
Kasapoglu bû mêvanê Maseya Edîtoran ya Ajansa Anadoluyê (AA) û der barê rojevê da axivî.

Mehmet Muharrem Kasapoglu destnîşan kir bûyerên piştî pêşbirka derbiyê derketin qebûl nake û got divê spor û tundî neyên kêleka hev.
Wezîrê Spor û Ciwaniyê Kasapoglu der barê bûyerên ku di Lîga Superê ya Spor Totoyê da piştî derbiya Galatasaray û Fenerbahçeyê derketin da destnîşan kir divê aktorên sporê yên nû wekî Baba Hakki, Baba Gunduz, Metîn Oktay û Lefter bibin mînak.
Kasapoglu ji bona namzediya EURO 2024ê jî diyar kir bi nedayîna şampiyonayê wan zirar kir û got ji vir û pê da hildan û nehildan bi tercîha me ye.