Selma Kasap
26 Adar 2023•Rojanekirin: 28 Adar 2023
Navenda Pîvan, Hilbijartin û Bicihkirinê (OSYM) Ezmûna Zimanê Biyanî ya Saziyên Hîndekariya Bilind (2023-YOKDÎL/1) ya ku 138 hezar û 27 kesan serî lê dabû, kir.
Di ezmûna ku li Lefkoşa, Bîşkek û 79 bajaran çêbû da 19 hezar û 363 kes hatin wezîfedarkirin.
Ji bo ezmûnê 420 avahî, 5 hezar û 448 salon hatin bikaranîn.
Ezmûnê di saet 10.15ê da dest pê kir.
Ji kesên ku ketin ezmûnê 80 pirs hatin pirsîn û ji bo bersivdana pirsan 180 deqîqe dem hat dayîn.
Di Ezmûna YOKDÎL/1ê da bi zimanê Îngilizî di qada zanistên fen, tenduristî û civakî da, bi zimanê Erebî da jî tenê di qada zanistên civakî da pirs hatin pirsîn.
Encamên ezmûnê wê di 14ê nîsanê da werin eşkerekirin û ji dema eşkerekirinê pê va wê 5 salan bikaribe bê bikaranîn.