24 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2015
DIYARBAKIR
Li Sûra navçeya Diyarbekirê terorîstên PKKyî pêşiyê Dibistana Seretayî/Navîn ya Mardînkapiyê texrîb kirin û dû re jî dema ku dibistanê bihata çêkirin, agir berdanê. Texrîbata li ser dibistanê dide nîşan ka li herêmê rêxistina terorê zirareke çawa dide avahiyan.
Piştî Hilbijartina Giştî ya Parlementeriyê ya 7ê Hezîranê şûnda terorîstên PKKyî êrîşên xwe yên li deşt û beyaran anîn navenda bajêr û navçeyan û li van deran xendek kolandin, barîqat çêkirin û di nava van xendek û barîqatan da teqemenî çal kirin. Herwisa di van êrîşên xwe da endamên rêxistinê, gelek dezgehên perwerdeyê jî dikin hedefa xwe.
Terorîst gelek dibistanî mîna "baregehan" diemilînin û agir berdidin wan. Ji ber vê jî dibistan dibin xirabe û zarok jî ji perwerdeyê mehrum dimînin.
Li Sûra navçeya Diyarbekirê ji 6 taxên ku qedexeya derketina derva dewam dike jê yek jî taxa Hasirli ye. Li vir terorîstên PKKyî pêşiyê Dibistana Seretayî/Navînî ya Mardînkapiyê texrîb kirin û dû re jî dema ku dibistanê bihata çêkirin, agir berdanê. Texrîbata li ser dibistanê dide nîşan ka li herêmê rêxistina terorê zirareke çawa dide avahiyan.
Terorîstan agir berdan mase û kursiyên di polan da û di encamê da dibistanê gelekî zirar dît. Ji hêla din li ser resmên ku xwendekaran xêz kiribûn û bi panoya dîwêr va darda kiribûn jî dewsa guleyan hene.