Sayim Harmancı
22 Berfanbar 2021•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2021
Hat ragihandin ku li dibistanên 2 gundên Çukurcayê û li Yuksekova û Şemzînanê jî hemû xwendingehên perwerdeya bi birin û anînê tên dîtin ji bo rojekê hatin tetîlkirin.
Walî û Wekîlê Şaredarê Hekariyê Îdrîs Akbiyik li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha got:
"Bi biryara walîtiya me va li Yuksekova û Şemzînanê hemû dibistanên perwerdeya bi birin û anînê tên dîtin û li xwendingehên Çixlî û Akkayaya gundên Çukurcayê ji ber berf û bagerê ji bo rojekê hatin tetîlkirin."
Li Posofa navçeya Erdexanê ji bo rojekê navber dan perwerdeyê
Li Posofa navçeya Erdexanê ji ber berfê xwendingeh rojekê hatin tetîlkirin.
Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Bajêr Erhan Bulut daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kirk u li naveçeyê ji ber barîna berfê û bagerê di çûyîn û hatinê da pirsgirêk derdikevin.
Bulut destnîşan kir ku ji bo vê li Posofê hemû dibistanên seretayî, dibistanên navîn û lîse ji bo rojekê hatin tetîlkirin.