Nûçeyên analîzê

HEVPEYVÎN - Serokwezîrê Malezyayê Mahathîr Mihemed ji AAyê ra axivî

"Armanca sereke ya ziyareta me ya Tirkiyeyê ew e ku di serî da aborî tedarika parastinê û danûsitandina teknolojiyê jî di nav da di qadên cuda da hevkariyê pêş bixin"

Elif Orhan   | 28.07.2019
HEVPEYVÎN - Serokwezîrê Malezyayê Mahathîr Mihemed ji AAyê ra axivî

Ankara

Serokwezîrê Malezyayê Mahathîr Mihemed bal kişand ser girîngiya ziyareta xwe ya Tirkiyeyê û got ku "Armanca sereke ya ziyareta me ya Tirkiyeyê ew e ku di serî da aborî tedarika parastinê û danûsitandina teknolojiyê jî di nav da di qadên cuda da hevkariyê pêş bixin."

Mahathîr di çarçoveya ziyareta xwe ya fermî ya Tirkiyeyê da li Enqereyê bersiva pirsên nûçegihanên AAyê da.

Mahathîr qal kir dixwaze ku hevkariya di navbera Tirkiye û Malezyayê da di qadên cuda da pêş bixe û der barê di bazirganiyê da bikaranîna yekeyên pereyê herêmî, mijara Filistînê, Arakan, rewşa Uygurên li Herêma Xweser a Uygurê ya Sîncanê dijîn û piştgiriya ku Malezya dide têkoîna Tirkiyeyê ya dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da nirxandin kirin.

Pirsên ku nûçegihanên AAyê ji Serokwezîrê Malezyayê Mahathîr pirsîn û bersivên Mahathîr wiha ne:

- "Em dixwazin ku bi Tirkiyeyê ra di qadên cuda da hevkariyê pêş bixin"

PIRS: Xalên herî girîng ên hevdîtinên dualî yên ku we di çarçoveya ziyareta xwe ya fermî ya Tirkiyeyê da kirin çi ne? Hûn piştî ziyareta xwe di têkiliyên bazirganî, polîtîk û çandî yên di navbera Tirkiye û Malezyayê da çi hêvî dikin?

BERSIV: Armanca sereke ya ziyareta me ya Tirkiyeyê ew e ku di serî da aborî tedarika parastinê û danûsitandina teknolojiyê jî di nav da di qadên cuda da hevkariyê pêş bixin.

- "Tirkiye dibe ku bibe çavkaniya alternatîf"

PIRS: We di daxuyaniyên xwe yên berê da pirsgirêkên aboriyê yên navneteweyî destnîşan kiribûn û qal kiribû ku bazirganiyê dovîzê ya berdest manîpulatîf e. Di vê çarçoveyê da we fikra dibe ku zêr ji bo îthalat û îxracata di navbera welatê Asyaya Rojhilat da bê bikaranîn aêvtibû holê. Hûn di vê pêşniyaza xwe da birdar in gelo? Ji hêla din va bi ya Malezya û Tirkiye dikarin ji bo bazirganiyê zêran bi kar bînin?

BERSIV: Helbet. Malezya welatekî bazirganiyê ye û girêdayî bazirganiya îxracatê ya ku bi ji 200î zêdetir welatî ra dike ye. Dema mirov veberhênanên van welatan, astengiyên ku bazirganiya me û di heman demê da tesîr li ser aboriya me dikin bide pêş çav ji bo me girîng e ku bi van welatan ra qenalên bazirganiyê vekirî bimînin. Ji ber vê em Tirkiyeyê wekî welatê potansiyel a ji bo îthalata gelek tiştên ku em ji welatên din îthal dikin dibînin. Tirkiye dibe ku bibe çavkaniyeke alternatîf. Divê em hemû berhemên ku dê ji Tirkiyeyê ji bo Malezyayê ji Malezyayê jî ji bo Tirkiyeyê bên îxrackirin pênase bikin. Em dixwazin ku zêdetirê rûnê palmê îxracê Tirkiyeyê bikin.

Ji aliyê din va em niha di bazirganiyê da dolarên Amerîkayê bi kar tînin lê mimkun e ku em yekeyên pereyê xwe bixwe di karên xwe yên bazirganî da bi kar bînin.

- "Çapemenî têra xwe eleqeyê nîşanê mijara Filistînê nake"

PIRS: Daxuyaniyên we yên tund ên ji bo Îsraîlê û axaftinên we yên ku Filistînê diparêzin di alema misilmanan da gelekî deng da. Hûn dê ji bo polîtîkayên zordest ên Îsrîlê yên li Filistînê di demên pêşiya me da siyaseteke çawa bikin?

BERSIV: Em bi awayekî eşkere dibêjin ku rastiya der barê mijara Filistînê da li çapemeniyê yan jî di televîzyonê da têra xwe cî nagire. Wisa dixuyê ku di mijara destnîşankirin pirsgirêkên Filistînê da çapemeniyê li hev kiriye. Bêguman der barê ku axên Filistînê çawa hatine bidestxistin (ji hêla Îsraîlê va) tu tişt tune. Dû ra Îsrîalê li Filistînê bêtir ax dagir kir û dijî hiqûqa navneteweyî tevgeriya. Divê gelekî ji van bê behskirin.

Tişta herî girîng divê em sedemên terorîzmê dupat bikin. Îro jixwe ji bo ku misilmanan bi terorîzmê sûcdar bikin yekîtiya fikrê heye. Lêbelê rastî ev e ku bi zoî xesbkirina Filistînê û ji hêla Îsraîlê va paşguhkirina hiqûqa navneteweyî bû sedema qaşo "çalakiyên terorê". Lêbelê em ji bo ku ji terorîzmê xilas bibin divê em bizanibin ka çima têne terorîzekirin. Em li Malezyayê terorîstên li welêt jî di nav da plan dikin ku qelb û eqlê wan qezenc bikin. Bi vî awayî dawî li terorê hat. Heta ku hûn sedemên terorîzmê ji holê ranekin hûn nikarin ku terorîzmê rawestînin.

PIRS: We got ku di mijara Îsraîl-Filistînê da divê em li ser sedema bingehîn a terorîzmê lêkolînê bikin. Mirov dikare bibêje ku bi awayekî dereqanûnî damezrandina Îsraîlê edema bingehîn a terorîzmê ye?

BERSIV: Sedema eslî ev e. Lêbelê helbet niha rastiyek e ku dewleteke Îsraîlê heye û qet nebe niha Dewleta Îsraîlê divê destûrê bide ku gelê Filistînê milkên xwe paşva bistînin an jî qet nebe bibin xwedî du dewletên cuda û divê berî bê girtin ku Îsraîl li axa Filistînê cî û waran ava bike.

PIRS:Di vê çarçoveyê da hûn der barê plana "Peymana Sedsalê" ya ku Amerîka û hin welatên Kendavê piştgiriyê didinê da çi difikirin?

BERSIV: Digel ku bi awayekî eşkere îxlala hiqûqa navneteweyî ye jî dixwazin tişta ku dikin mafdar nîşan bidin. Berî hertiştê ev tunehesibandina pêvajoyên demokratîk e. Girtina axa Filistîniyan bi referandim an jî dengê gel çênebû. Bêyî ku guh bidin fikr û hestên gelê wê demê li Filistînê dijiya ew ax dane Îsraîlê.

PIRS: Tirkiye û Malezya ji bo çareserkirina pirsgirêka Filistînê dikarin hevkariyeke çawa bikin?

BERSIV: Yek ji tiştên der barê mijarê da bê kirin ew e ku divê mijar di rojevê da be. Teşebûseke wekî ku tişt neqewimiye, bi temamî pirsgirêkê ji holê radike heye. Lêbelê ev jî rastiyek e ku dijî Filsitîniyan bêedaletiyeke mezin heye. Em wisa difikirin ku Tirkiye û Malzeya dê vê mijarê geş û zindî bihêlin.

- "Malezya dijî miameleya neheq a Myanmarê ya dijî Arakaniyan e"

PIRS: Hikûmeta we bi pirsgirêkên misilmanên Arakanî ra jî ji nêz va eleqedar dibe. Rayedarên dewletê yên Malezyayî bang kiribûn ku dijî birêvebiriya Myanmayrê tehdeya navneteweyî bê kirin. Herwiha Wezîrê Karên Derva yê Malezyayê Saîfuddîn Ebdullah daxuyaniyên wekî divê kesên ku li Arakanê sûcê mirovahiyê dikin bên darizandin dabû. Gelo hûn dikarin polîtîkaya Malezyayê ya der barê Arakanê da eşkere bikin?

BERSIV: Malezya piranî naxwaze ku tevî karên navxweyî yên welatên din bibe. Lêbelê di vê mijarê da qetlîam an jî qirkirin çêbû. Malezya dijî qirkirin û miameleyên neheq ên Myanmarê yên dijî Arakaniyan e. Divê em qebûl bikin ku Arakanî jî welatiyên Myanmarê ne û vê pirsgirêkê çareser bikin. Niha ya Arakanî divê wek welatî bên qebûlkirin an jî ji bo ku ew dewleta xwe bixwe ava bikin divê ax bidin wan.

- "Tu rewşeke ku şîdet digihêje hedefê çênebûye"

PIRS: Der barê rewşa Uygurên ku li Herêma Xweser a Sîncanê dijîn mirov dikare çi bike?

BERSIV: Me gote Çînê ku divê wek welatî hemberî van mirovan miamele bike. Mensûbiyeta wan a ji bo dînekî cuda divê tesîr li ser helwesta Çînê ya ji bo wan neke. Wek mînak Malezya welatekî pir dînî ye û li hember hemû dînan bi heman awayî tevdigerin. Dema serî li şîdetê bidin dijwar e ku encamek bê bidestxistin lewra tu carî şîdet negihaye hedefê."

- "Malezya ji bo çalakiyên dijî welatên din nabe baregeh"

PIRS: Wekî ku hûn dizanin Tirkiye li nav welêt û qada navneteweyî da dijî FETOyê têkoşîn dide. di vê çarçoveyê da bi taybetî ji bo girtina dibistanên FETOyê Malezyayê piştgiriyeke mezin da Tirkiyeyê. Heta di sala 2017an da hin endamên FETOyê hatin girtin û ew îadeyê Tirkiyeyê kirin. Gelo dê di heyama we da jî di warê têkoşîna dijî FETOyê da piştgiriya Malezyayê ya ji bo Tirkiyeyê dê bidome yan na?

BERSIV: Polîtîkaya me ye ku Malezya ji bo fealiyetên ku dê dijî welatên din bên kirin wekî baregehek neyê bikaranîn. Me tesbît kir ji bo ku Malezyayê dijî hikûmeta Tirkiyeyê wek baregehekê mixalif bi kar bînin hin teşebûs hene. Lewra me dest pê kir û em dibistanên FETOyê yên li welêt digirin.

- "Em ji bo ku Malezyayê ji nû va rakin şahê dê teşebûsan bikin"

PIRS: Ji dema ku hûn hatin ser peywirê vir va serkfetinên we çi ne?

BERSIV: Ji ber ku hikûmeta borî gelekî pere deyn kiribû em bi pirsgirêkeke fînansî ra rû bi rû man û divê em krediyên hikûmeta berê bidin. Ji aliyê din va em nizanin ku ka ev pereyê ku hikûmeta berê sitandiye li ku tê girtin. Hûn jî dizanin li hin dezgehan veberhênanên ku bi pereyê tên kirîn hene lê ev pere tune bûye. Em wisa difikirin ku pere li dervayî welêt tê veşartin. Li ser hikûmeta niha tehdeya fînansî gelekî zêde ye. Ev rewş dibe asteng ku em biguherin birêvebiriyeke aborî ya çêtir. Ji bilî vê teşebûsên siyasî hewl didin ku şeht li hikûmetê bidin. Helbet gelekî serkeftî nîninem dê ji bo ku welêt ji nû va rakin şahê dê teşebûsan bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın