Fatih Gazioğlu
06 Tebax 2019•Rojanekirin: 07 Tebax 2019
Li Mûşê hin welatiyên ku di mehên bihar û havînê derketibûn zozanan ji ber Eyda Qurbanê zû vedigerin.
Li bajaroka Kirkoyê her sal welatî derdikevina zozanên Kirgîsê. Welatiyên ku nêzî 2 me û nîvan li zozanan diman îsal 20 rojan zû vegeriyan.
Ji welatiyan Sakîne Onerê got ku ew ev 2 meh û nîvan li zozanan bûn û niha jî vedigerin û wiha axivî:"Em her sal derdikevine zozana Kirgîsê. Zozanên me ji navçeyê 9 kîlometr dûr in. Dema hewa sar dibe axlêbe mehên payîzê em vedigeriyan. Lê îsal ji ber Eyda Qurbanê em zûtir vegeriyan. Me li zozanan şikûr rojên xweş derbas kirin."
Li Mûşê hin welatiyên ku di mehên bihar û havînê derketibûn zozanan ji ber Eyda Qurbanê zû vedigerin. ( Sabri Yıldırım - Anadolu Agency )
Ji welatiyan Maşallah Menteş jî got ji bo heywanên wan ku ji ber germahiyê mirar nebin her sal diçine zozanan û wiha axivî:"Di 2 meh û nîvan da me şîrê xwe dot û ji wî jî penêr û rûnê xwe girt. Em qismekî şîr û penêrê xwe jî difiroşin. Ev der jî bo heywanan hênîk e û ava wê paqij e. Ji ber eydê em îsal em zû vegeriyan."