Jiyan

Zarokên gundî hînê werzişên cuda dibin

Li Diyarbekirê Komeleya Kluba Werziş û Ciwaniyê ya Welatê Min û Midûriya Werziş û Ciwaniyê ya Bajêr bi projeya "Li gund bimîne werzişê bike" va werzişên cuda zarokên gundan didin nasîn.

Türkan Tosun  | 02.07.2020 - Rojanekırın : 03.07.2020
Zarokên gundî hînê werzişên cuda dibin

Diyarbakir

 Li Diyarbekirê Komeleya Kluba Werziş û Ciwaniyê ya Welatê Min û Midûriya Werziş û Ciwaniyê ya Bajêr bi projeya "Li gund bimîne werzişê bike" va werzişên cuda zarokên gundan didin nasîn.

Rayedar gund bi gund digerin ku xwe bigîhinin zarokên gundan û werzişên cuda hînî wan bikin.

Endamên komeleyê li 20 gundan bi 500 zarokan va voleybol lîstin, gule avêtinê hînê zarokan kirin, forma, şort, gog û diyariyên cuda dan zarokan.

Midûrê Şaxa Werziş û Ciwaniyê ya Bajêr Aydin Çetin ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand di dema şewba vîrusa koronayê da ew hewl didin zarok werzişê bikin û wiha axivî: "Em li gundan qadên voleybolê çêdikin, Federasyona Voleybolê ya Tirkiyeyê jî piştgiriyê dide me. Em lîstikên zarokan ên atletîzmê didin lîstin. Em kesê li gund herî xurt e, bihêz e, dikare dirêj xwe hilavêjeû bibeze hildibêjêrin. Em parkên atletîzmê ava dikin. Zarok fêrî van tiştan nebûne. Em hewl didin hezkirina xwe nîşanî wan bidin."

- Zarokên xwedî qabiliyet hene

Çetin got ew hewl didin nîşan bidin ku dewlet li vir e û ji bo wan dixebite û wiha dewam kir: "Zarok devê gund benda me disekinin. Di nav wan da yên şermoke jî hene. Piştî demekê ew jî dilîzin. Ew kêfxweş dibin, em jî kêfxweş dibin. Li gundekî zarok di nav 5 saniyan da 30 mêtro beziyan. Ji bo ku zarok wiha bikaribin birevin em salekî antremanê wan didin kirin, lê min ev qabiliyet di wan zarokan da dît. Emê wan bînin Diyarbekirê, dema ew bilîzin emê çavdêriya wan bikin. Emê zarokên biqabiliyet bikin malê vî welatî."

Ji zarokan Elîf Çîftçî jî got ew kêfxweş dibin û wiha axivî: "Kekên me tên lîstikan bi me didin lîstin, em kêfxweş bûn."

Zarok Muhammed Mustafa Altiner jî kêfxweşiya xwe anî ziman ku ew van werzişan dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın