İbrahim Atmaca
17 Mijdar 2019•Rojanekirin: 18 Mijdar 2019
Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn, Wezareta Karên Navxweyî ji ber ku dibistan hefteyek ketin betlaneya navberê, seba xwendekarên pola 9 û 10emîn ên bajarên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê proje da despêkirin.
Di çarçoveya projeyê da ji Wan û Agiriyê 84 xwendekar ji bo hefteyekê şandin Enqere, Stenbol û Çanakkaleyê, gerê.
Waliyê Wanê û Cîgirê Şaredarê Bajarê Mezin Mehmet Emîn Bîlmez, Alîkarê Walî Ferhat Atar û Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Bajêr Hasan Tevke, li Balafirgeha Ferît Melenê qefleya ewil a xwendekaran bi rê kir.
Walî Bîlmez li vê derê bi xwendekaran ra sohbet kir û wiha got, "Li Enqere, Stenbol û Çanakkaleyê cihên dîrokî û turîstîk bigerin. Hevalên xwe yên wê derê û merivan nas bikin. Ji wan ra qala xweşbûna bajarê me bikin. Wan jî dewet bikin ku werin Wanê."
Qefleya duyemîn a xwendekaran jî wê di 17-24ê mijdarê da bişînin gerê.