Elif Orhan
09 Nîsan 2019•Rojanekirin: 14 Nîsan 2019
Li Hekariyê xwedîkerên heywanan li cihên çiyayî yên ku lê şert û mercên hewaya nebaş didomin ji bo heywanên xwe ji girên bi berf bi paxêlan giyayê tînin.
Li gundên çolwar ên Yuksekovayê yên ku lê zivistan dijwar derbas dibe cihên bi berf bi taybetî ji bo xwedîkerên heywanan tesîreke neyinî li ser jiyanê dike.

Li mezraya Alacika li ser gundê Yenîişika 30 kîlomêtre dûrî navçeyê xwedîkerên heywanan ji ber ku zivistan dirêj û dijwar derbas bû û berf neheliya di xwêdîkirina heywanên xwe da zehmtiyê dikşînin.
Xwedîkerên heywanan nikarin ku heywanên xwe derxînin mêrg û zozanan û di meha nîsanê da bi paxêlan giyayên ku par berhev kiribûn ji girên bilind ji heywanên xwe ra tînin.

- "Ev 6 meh in em heywanên xwe bi vî awayî xwedî dikin"
Xwedîkerê heywanan Alaattîn Sezek qal kir ji ber ku îsal zivistan dirêj û zijwar derbas bû zehmetiyan dikşînin. Sezek got ku li gor salên berê îsal li gundê wan bêtir berf barî û wiha axivî:

"Digel ku em di meha nîsanê da ne her der berf e. Giyayên me hindik mane. 50 mih û 2 dewarên min hene. Par me 3 meh zivistan dît lewra jî pirsgirêk derneket lê îsal wisa nebû. Ev 6 meh in em bi vî awayî heywanên xwe xwedî dikin. Êdî taqeta me nema. Giyayên me jî hindik man. 30 malbat li vir hewl didin ku debara xwe bi xwedîkirina pez bikin."
Mesut Akdogan jî got ji ber ku zivistan dijwar derbas bû giyayên wan têrî heywanên wan nekir.
Akdogan da zanîn ku giyayên wan têrî hefteyekê dikin lê digel ku ketin meha nîsanê hê jî berf heye û ev gotin: "Li gor par îsal gelekî berf barî. Niha jî li erdê nêzî du mêtreyî berf heye. Me par 4 hezar gurz giya dabû ser hev. Em îsal 5 hezar gurz giya da ser hev lê dîsa têrî nekir."