Nihat Kavşut,Haydar Şahin
30 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2018
ÎZMIR
Li Îzmirê mamosteyên dibistanê daxwaza sersalê ya xwendekareke ji Sûriyeyê ku li ser panoya dibistanê "Tenê daxwazeke min heye, ji min ra 10 çîkolata bikirin" nivîsî bû bi cî anîn.
Rêvebiriya Lîseya Anadoluyê ya Behçet Uz ji xwendekaran xwest ku daxwaz û hêviyên xwe yên ji sala nû li ser panoya dibistanê binivîsînin.
Sîma Mihemmeda 17 salî ya di pola 9an da dixwîne û tevî dê û xwîşkeke xwe ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê hatine Îzmirê li ser panoyê " "Tenê daxwazeke min heye, ji min ra 10 çîkolata bikirin" nivîsî.
Mamosteyên dibistanê daxwaza Sîma Mihemedê bi cî anîn.
Sîma Mihemedê destnîşan kir bav û 2 kekên wê çûne Almanyayê û got tevî dê û xwîşka xwe ya dest bi dibistana seretayî kiriye li Îzmirê dijîn.
Mihemedê diyar kir ji ber ku li Tirkiyeyê ye kêfxweş e.
- Ez zehf ji çîkolatayê hez dikim
Sima Mihemedê got li panoya ku li xwendigehê hatibû amadekirin nivîsî ku çîkolatayê dixwaze, lê li hêviyê nebû ku kesek bersivê bidê û wiha axivî: "Ez ji çîkolatayê zehf hez dikim, ji aliyekî va jî ji bo henekê min li wê derê nivîsîbû. Qet li bendê nebûm, dema ku min dît mamosteyan ji min ra çîkolata sitandine şaş û metel mam. Çîkolata tiştekî normal e lêbelê ez zehf jê hez dikim."
Şafak Yilmazê Midûrê Xwendingehê jî diyar kir ku ji Sûriyeyê bi tenê Sîma Mihemed xwendekara wan e, Sîma di 2 salan da tirkî hîn bû û bi hevalên we ra têkilî danî.
Yilmaz got dema daxwazên li panoyê dixwend dît ku Sîmayê çîkolata xwestiye û wiha axivî: "Min dît ku nivîsiye 'Ez 10 çîkolatayan dixwazim'. Min got dibe ku ev hejmareke sembolîk be. Min pê ra xeberda û got ya ku hatiye bîra wê nivîsiye. Me jî got 10 çîkolatayan jê ra bistînin û wê kêfxweş bikin. Înşallah kêfxweş bûye."
Şafak Yilmaz got ku Sîma li xwendingehê zehf çalak e û tevlî hemû xebatan dibe.