Jiyan

Xebatkarê înşeatê bi piştevaniya dewletê bû xwedî pez

Xwediyê pez Mehmet Şîrîn Îşkol: "Ez berê di înşeatan da dixebitîm. Debara kirin gelek zehmet bû. Ji Projeya Cotkarê Ciwan min îstifade kir û 37 mî hilda. Ez bûm xwedî karê xwe. Gelek kêfxweş im."

Emre Ilıkan  | 14.05.2022 - Rojanekırın : 15.05.2022
Xebatkarê înşeatê bi piştevaniya dewletê bû xwedî pez

Van

 Li Îpekyoluya navçeya Wanê Mehmet Şîrîn Îşkolê ku heta sala 2017an di kar û barên înşeatê da dixebitî 5 sal berê serî li projeya Cotkarê Ciwan a Wezareta Çandinî û Daristanê da û bû xwedî pez.

Îşkolê 43 salî ku 4 zarokên wî hene heta sala 2017an da kar û barê înşeatê dikir.

Wezareta Çandinî û Daristanê projeya Cotkarê Ciwan kiribû rewacê û Îşkol jî 5 sal berê serî lê da û 37 mî hilda û niha wan derxist 150yî.

Îşkol serê sibehê zû ji bo pezê xwe derxe çêrê derdikeve û şîr û berxan difiroşe û pê debara mala xwe dike.

- "Ez bûm xwedî karê xwe"

Îşkol daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku serlêdana wî piştî qebûl bû bi saya projeyê jiyana wî guherî.

Di berdewamiya axaftina xwe da Îşkol wiha domand: "Ez berê di înşeatê da dixebitîm. Debara me bi zehmet bû. Bi saya projeyê min 37 mî hilda û niha ez xwedî karê xwe me. Ez gelek kêfxweş im û karê min jî baş diçe. Ez debara mala xwe bi vî karî dikim."

Bunyamîn Hakanê Midûrê Şaxa Rêxistinbûn û Pêşvebirina Gundewarî ya Midûriyeta Bajêr a Çandinî û Daristanê jî got ku Wan di qada heywandariyê da bajarekî baş e û li bajêr ji bo heywandarî zêdetir bê kirin ew hewl didin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın