Jiyan

Malên bungalov ên nava daristanên Posofê ji bo turîstan tên amadekirin

Günay Nuh  | 14.05.2022 - Rojanekırın : 15.05.2022
Malên bungalov ên nava daristanên Posofê ji bo turîstan tên amadekirin

Ardahan

Li Posofa navçeya Erdexanê şaredariyê di nava daristanan da malên bungalov çêkirin. Kesên ku dixwazin di nava siruştê da betlaneyê bikin, wê bibin mêvanên van malan.

Navçeya ku cînarê Gurcistanê ye jî bi siruşta xwe va dertê pêş. 7 malên bungalov bi piştgiriya Ajansa Pêşketinê ya Serhatê (SERKA) tên çêkirin.

Tê plankirin ku projeya malên bungalov wê di sezona havînê da werin kutakirin.

Şaredarê Posofê Cahît Ulgar ji nûçegihanê AAyê ra got ku Posof ji gelek aliyan va navçeyeke şirîn a Anadoluyê ye.

Ulgar daxuyand, ji ber ku navçe dikeve bakurê rojhilatê Tirkiyeyê heta niha pir zêde nedihat zanîn û danasîna wê nehatiye kirin û wiha dewam kir:

"Gelek xebat û projeyên me hene. Me biryar da ku em pêşiyê ciyê mayînê çêkin. Me pêşiyê bi piştgiriya SERKAyê dest bi çêkirina 7 malên bungalov kir. Ber bi kutabûnê ye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.