Sıtkı Yıldız,Cem Şan
30 Tebax 2023•Rojanekirin: 31 Tebax 2023
Wezîrê berê yê Xida, Çandinî û Heywandariyê Kutbettin Arzu li Yalovayê di hewz da mirî hat dîtin.
Kutbettin Arzuyê ku di sala 2015an da Wezîriya Xida, Çandinî û Heywandariyê kiribû û îro digel jina xwe ji bo tetîlê çû Tesîsên Termal ên Sosyal ên Meclisê yên li Yalovayê, derdora saet 10.30î ket hewza termal.
Arzuyê ku eşkere bû, pêşdatir nexweşiya wî ya dil hebû, di hewz da aciz bû. Peywirdarên otêlê dîtin ku Arzu di hewz da ji xwe va çûye û her wiha midaxeleya ewil li vir hat kirin.
Piştî ku ekîbên polês û tenduristiyê hatin agahdarkirin, ekîbên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û tesbît kirin ku Arzu miriye.
Lêkolîna dozger û ya ekîbên cihê bûyerê didome.