Önder Beyter
04 Sibat 2019•Rojanekirin: 06 Sibat 2019
KARS
Li gundên Selîma navçeya Qersê pêşbirk tên lidarxistin da ku cirîd hem were naskirin û hem jî nifşên nû ji xwe ra fêr bibin.
Cirîda ku li ser pişta hespan bi sedan sal e li Asyaya Navîn û Anadoluyê tê leyîstin, li gundên Akçakale, Başkoy, Kekeç, Laloglu û Sarigunê yên navçeya Selîmê bi çalakiyên cuda tê domandin.
Werzişvanên ku zivistanê li ser berfê cirîdê dileyîzin, hem bi hev ra dikevin rikberiyê û hem jî vê werzişa bav û kalan fêrî nifşên nû dikin.
Cirîdvanên ku li gundê Kekeçê hatin cem hev, 15 pile di bin sifirê da maça nimayişê kir.
Serokê Kuluba Werzişa Digel Hespan a Qers Qefqasê Selçuk Başkaya di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ew di hefteyê da du caran li ser berfê cirîdê dileyîzin.
Başkaya diyar kir ku ji bo turîsên xumalî û biyanî yên ku tên deverê ew, maçên nimayişê jî dikin û wiha dewam kir, "Em serê sibehê di saet 05.00an da radibin û alifê hespan didinê. Em heya saet 09.00an dêla wan girê didin û amade dikin. Paşê em derdixin cirîdê."
Başkaya got ku eleqeya ku ji bo cirîdê tê nîşandan, roj bi roj zêde dibe wiha dewam kir, "Helbet di zêdebûna vê eleqeyê da para seferên Ekspresa Rojhilatê jî heye. Herwiha pêşbirkên cirîdê bala turîstên xumalî û biyanî jî dikişîne. Werzişa bav û kalan cirîd pir xweş e. Em li ser navê Qersê çi ji destê me tê, em dikin da ku ev werziş bigihîje astên çêtir."
Başkaya got ku pirsgirêka herî mezin a cirîdvanan, alifê hespan û qada cirîdê ne û wiha dewam kir, "Li deverên din ên Tirkiyeyê qadên cirîdê hene. Lêbelê li vê derê em di zeviyan da dileyîzin. Pirsgirêka me ya herî mezin ev e û em dixwazin were çareserkirin."
Wênegira amator Gamze Urganci ku ji Îzmirê hatiye Qersê jî got ku ew gelekî hez dike, wêneya cirîdvanan bikişîne.