Jiyan

Welatî banê avahiyên xwe bi "loq"ê dişidînin

Li Ovacika navçeya Tunceliyê welatî ji bo ku avahiyên wan dilop nekin berfa li ser xanî paqij dikin û paşê bi kevirê loq va axa li ser xanî dişidînin

Türkan Tosun  | 21.01.2019 - Rojanekırın : 22.01.2019
Welatî banê avahiyên xwe bi "loq"ê dişidînin

Tunceli

TUNCELΠ

Li Ovacika navçeya Tunceliyê welatiyên ku di avahiyên banê wan ji axê hatiye çêkirin da dijîn berfa li ser xanî paqij dikin û bi kevirê loq (gindor) va axa li ser xanî dişidînin.

Li taxên Pulur û Kandolarê berf gihîştiye 3 mêtroyî û li ser avahiyan girtiye.

Xaniyên banê wan ji axê hatine çêkirin ji bo ku ji ber berfê hilneweşin, av dilop neke ji berfê tên paqijkirin.

Welatî bi kevirên loq ên qasî 30 kîloyî ne va li ser banê xaniyan diçin û tên, axa li ser ban dişide û nahêle ban dilop bike.

Welatî Xidir Akansel ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand zivistan şeş mehan dewam dike û wiha dewam kir: "Ba çêdibe, rê tên girtin. Di çûyîn û hatinê da zehmetî çêdibe. Rêyên gundan hatine girtin. Mirov nikarin derkevin derva. Xaniyên me jî ji axê hatine çêkirin, ne wek avahiyên din ên ku banê wan hene ne. Piştî berf dibare em mecbur dimînin berfa li ser ban paqij bikin. Lê vê carê av li ser ban dicive. Ji ber ku ax avê hildiçîne xwe ban dilop dike. Ji bo ku dilop neke ez ser ban loq dikim. Heke wisa nekim dilop dike."

Nîhat Guçluyê li taxa Pulurê dijî jî got ji berê va loq di hewayên berf û baran da tê bikaranîn.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın