Sidar Can Eren
14 Nîsan 2021•Rojanekirin: 20 Nîsan 2021
Li Ovacixa navçeya Tunceliyê bi hatina biharê ra berfîn, simbil, nêrgiz û pîvok bişkivîn.
Li Ovacixa ku tebîeta wê her demsal cuda û xweş e, bi hatin biharê ra tebîet û xweza ji xewa zivistanê hişyar bû û bi kulîlkên reng bi reng xemilî.
Li navçeya ku çiyayên wê hê bi berf in, li deştan bihar hatiye, kulîlkên mizgîniya biharê vekirine.
Li ciyên nêzîkî gundên navçeyê Konaklar, Saritosun, Ziyaret, Paşaduzu, Çakmakli, Egripinar û Havuzluyê berfîn, simbil, nêrgiz û pîvok bişkivîn û xweza xemilandin.
Kulîlkên bişkivî her wiha bala hezkiriyên xweza û wêneyan yên ji navçe û parêzgehên nêzîk jî dikişîne.
Ziyaretvanên ku ji bo rojekê tên navçeyê, ji xwe ra li xwezaya nû hişyarbûyî digerin û wêneyan dikişînin.
Her wisa birên pezên ku nû dertên çêrê jî dîmenên rengîn derdixin holê.