Sabri Yıldırım
13 Nîsan 2021•Rojanekirin: 17 Nîsan 2021
Li Mûşê hosteyê solan Kamil Bozyîgît 46 sal e bi temîrkirina solan va debara mala xwe dike.
Bozyîgîtê 66 salî xwediyê 5 zarokan e û wek roja ewil karê xwe hez dike.
Bozyîgîtê di dikana xwe ya 35 mêtroqereyî da dixebite ji rojnamevanan ra got ew di 1977an da ji Genca navçeya Bîngolê hatiye Mûşê û li vir bi cih bûye.
Bozyîgît anî ziman wî ewil hemalî kiriye lê paşê ew çûye Denizliyê di kargeheke solan çêdike da sal û nîvekî xebitiye û wiha dewam kir: "Ez paşê hatim Mûşê û zewicîm. Min biryar da ez karê temîrkirina solan li vir bikim û min dikana xwe vekir. Paşê min hosteyekî din nas kir. Wî jî temîrkirina çaynik, qûşxane û tiştên wisa hînî min kir. Ez niha li vir her cure temîratê dikim."