31 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 01 Sibat 2017
ŞANLIURFA
Li navçeya Sêwreka Ûrfayê teyrebazekî ku rastî êrişa kûçikan hat û birîndar bû ji aliyê saziyên resmî ve hat dermankirin.
Li ser rêya Sêwrek û Ûrfayê xebatkarekî paqijiyê Mehmet Hanif Aksoy dît ku kûçik êrişî teyrebazekî sor dikin.
Aksoy bera kûçikan da û teyrebazê birîndarbûyî ji bo tedawiyê bir saziyên resmî.
Aksoy bo rojnamevanan diyar kir ku kûçikan êrişî teyrebaz kiriye û xwestine wî parçe bikin loma mudaxele kiriye: "Dema min paqijî dikir min dît ku kûçik êrişî teyrebaz dikin. Baskê wî şikandibûn. Min bera wan da û teyr ji bo dermankirinê bir saziyên resmî."