31 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 01 Sibat 2017
ERZURUM
Li herêmê hewaya herî sar bi şev di bin sifirê de 20,5 pileyî va li Qersê hat pîvan.
Li gor agahiya ku ji Midûriya Herêma 12an a Meteorolojiyê hat hildan, tê texmînkirin ku li giştiyê herêmê wê berf bibare dibe ku serê sibê û bi şev cî bi cî mij û dûman jî çêbe.
Li herêmê germa hewayê di bin sifirê de herî kêm li Agiriyê 15 pile, li Erziromê 14,2 pile, Qersê 20,5 pile, li Erdexanê 15,9 pile, li Îdirê 13,5 pile û li Erzîncanê jî 9,5 pile hat pîvan.
Tê texmînkirin ku germahiya hewayê wê di bin sifirê de nava rojê herî zêde li Erzîncan û Îdîrê di bin sifrê da 3 pîle, li Erzirom û Qersê 6, li Erdexanê 8, pile û li Agiriyê jî 9 pile be.
Qalindahiya berfê li Agiriyê 95 santêm, li Erziromê 50 santêm, li Qersê 38 santêm, li Îdirê 18 santêm, li Erdexanê 25 santêm hat pîvandin.
Rayedaran welatî hişyar kirin ku li hemberî serma, cemed, bûsî û mijê baldar û bitevdîr bin.