Jiyan

Tekane mamosteyê frokevanan ê Hekariyê perwerdeyê dide peraşûthezan

Sayim Harmancı  | 06.12.2025 - Rojanekırın : 08.12.2025
Tekane mamosteyê frokevanan ê Hekariyê perwerdeyê dide peraşûthezan Sayim Harmancı

Hakkari

 Frokevan Hasan Turê Mamosteyê Peraşûta Berpalan ê Saziya Asîmanî ya Tirkiyeyê, bi qurs û çalakiyên ku li dar dixe, dildarên vê werzîşê yên ku ew li bajêr perwerde dike, derdixîne bi asîmanan.

Hasan Tur ê 43 salî, bavê 3 zarokan, di sala 1998an de ji lîseya li Hekariyê mezûn bû û beşa Endazyariya Elektrîk Elektronîkê ya Zanîngeha Wanê Yuzuncu Yilê qezenc kir.

Piştî ku Tur xwendina xwe ya zanîngehê temam kir, bi asîmangeriyê ra eleqedar bû û di vî warî da xwe pêş xist. Di sala 2005an de wekî karmendekî li Şaxa Hekariyê ya Saziya Asîmanî ya Tirkiyeyê dest bi kar kir.

Turê ku di demên cuda da li Enqere û Eskîşehirê perwerde dît û sertîfîkayên Peraşûta Berpalan û balafirên model ên planor sitand, di sala 2012an da ji bo Navenda Perwerdehiya Asîmanî ya Înunu ya li Eskîşehirê hate tayînkirin.

Mamoste Turê ku bi perwerdeya ku wergirtiye di warê xwe da bûye pispor, bi çalakiyên ku bi navê "Civaka Baskê Ciwanan" li bajêr û her wiha li parêzgehên cuda yên Tirkiyeyê hatine lidarxistin, perwerdehiya balafirên model û peraşûta perpalê daye bi sedan ciwanan.

Turê ku ji bo populerkirina vê werzişê li Hekariyê hewl da, di çarçoveya projeya ku 2 sal berê li Yuksekovayê hat bicîhkirin da perwerdehiya paraşûta berpalê da nêzîkî 100 ciwanan û perwerdehiya balafirên model jî da 280 kesan.

Mamoste Turê ku li Zanîngeha Anadoluyê di warê Rêveberiya Asîmangeriya Sivîl da masterê dixwîne, ji ber ku ev werziş li bajêr her ku diçe populer dibe, kêfxweş e.

Hasan Tur ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew nêzîkî 20 salan e li Komeleya Asîmanî ya Tirkiyeyê dixebite û wiha pê da çû:

"Ez tekane frokevanê mamoste me li herêmê. Ez hêvî dikim ku em ji niha û pê va gelek frokevanên mamoste perwerde bikin. Ev ji bo min jî xewnek bû. Ev 20 sal in em di nav van xebatan da ne. Em hewl didin ku ezmûna xwe bigihînin gelê xwe. Me heta ew kesên ku nediwêribûn jî derxistin asîmanan."

Tur destnîşan kir ku dîmenekî pir xweş a Hekariyê heye û got ku daxwazek zêde ji bo perwerdeya paraşûta berpalê heye û wekî tekane mamosteyê parêzgehê, ew hewl dide ku xwe bigihîne hemî daxwazan.

Hasan Tur diyar kir ku wan bi perwerdeya ku dane, li Hekariyê hejmara frokevanên paraşûta berpalê zêde kirine.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.