İbrahim Atmaca
01 Hezîran 2020•Rojanekirin: 05 Hezîran 2020
Şelaleya Muradiyeyê ku ji cihên herî xweş ên siruştî yên Wanê yek e, bi pêvajoya normalbûnê ya piştî tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19), wê cardin mazûvaniyê bike.
Her sal bi hezaran tûrîstên xwemalî û biyanî şelaleya ku ava wê 20 mêtro ji jor va diherike ziyaret dikin. Piştî ku berf heliya, ava şelaleyê gur bû û dîmenên xweşik dertên holê.
Şelale ji ber tevdîrên Kovîd-19ê heta niha xalî mabû, lê piştî ku pêvajo normalîze bû cardin ji bo ziyaretan hat vekirin. Ekîbên şaredariyê derdora şelaleyê paqij kirin û dezenfekte kirin.
Qaymeqam û Cîgirê Şaredar Erkan Savar got ku bi destpêka pêvajoya normalîzebûnê ra wan wek şaredarî paqijiya derdora şelaleyê kir.