Jiyan

Hilgêra keriyên pez a ber bi zozanan

Li Seraya navçeya Wanê heywandar ji bo ku pezên wan çêtir biçêrin û givrik bibin, piştî rêwîtiyeke dijwar birên pezê xwe dibin zozanên bilind.

Önder Beyter  | 01.06.2020 - Rojanekırın : 08.06.2020
Hilgêra keriyên pez a ber bi zozanan ( Hakan Sarı - Anadolu Agency )

Van

Li navçeya ku zivistana wê dijwar derbas dibe û nîvê zêdetir ê salê sir û serma dewam dike, bi hatina biharê ra piştî ku berf heliya, çêre hêşîn bû.

Ji ber ku li zozanan çêre hêşîn bû, heywandaran jî ji bo ku barê debarê li xwe sivik bikin û pez çêtir bi xwe va were, berê birên pez dan çêreyê.

Şêniyên gundê Beyarslana navçeyê jî çend hezar pezê xwe piştî rêwîtiyeke dijwar a 18 kîlomêtroyî, derxistin zozanên bilind ên li navçeyê.

Rêwitîya keriyên pez a di nava xwelî û xubarê da dîmenên rengîn derxistin holê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın