Haydar Şahin
14 Gulan 2020•Rojanekirin: 17 Gulan 2020
Li Îdira piraniya hewcedariya sêvan ya Herêma Rojhilatê Anadoluyê dibîne îsal li bendê ne ku "sêva sor" zêde derkeve.
Li Îdira ji ber erdnîgarî û îqlima wê wekî "Çukurovaya Rojhilatê tê binavkirin gelek mêwe û sebze tên ajotin û sêv gelekî zêde derdikevin.
"Sêva sor a Îdirê" ya bi tehm û aromaya xwe li ser kilam jî hatine gotin li 18 dagar erdî tê hêşinkirin.
Li herêmê gelekî eleqeyê nîşanî sêva sor a Îdirê didin û li bendê ne ku îsal rekolteya sêvan zêde be û bi qasî 50 hezar tonî sêvan kom bikin.
Li baxçeyên sêvan xebatên ji bo daran dewam dikin, dîmenên baxçeyan jî ziyaretvanan şaş û metel dihêlin.
Ozkan Yolcuyê Midûrê Daristan û Çandiniyê ya Îdirê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku sêva Îdirê li Tirkiyeyê tê zanîn.
Yolcu diyar kir ku ji her aliyên Tirkiyeyê eleqeyê nîşanî sêvan didin û wiha axivî: "Îdir bi hemû dexl û denê xwe va li herêmê navenda hilberînê ye. Em zerdeliyan tên zanîn lêbelê sêva me bi nav û deng e. Ya rastî wekî 'sêva sor Îdirê" di sitranan da cî girtiye."
Yolcu destnîşan kir ku li bajêr li ser 18 hezar dagar erdî sêv hene û wiha axivî: "Texmîna me ew e ku îsal 50 hezar ton sêv kom bikin. Piştî komkirinê em sêvan dişînin bajarên li der û dorê. Em ji nasan ra jî dişînin ku bidin nasîn. Hemû welatî dibêjin ku bi rastî tehma sêvê cuda ye."