İbrahim Atmaca
16 Tebax 2017•Rojanekirin: 16 Tebax 2017
DUZCE
Li ser rêya Anadoluyê, di nav sînorê Duzceyê da tirek bi Pira Melena Piçûk va daliqiya. Piştî xebata du saetan a ekîbên îtfaiyeyê şofêrê tirê hat xilaskirin.
Li gor agahiya ku hat hildan, tira ku Cuma Dalkiliç diajot û plaqa wê 06 EZ 7316 ye û barê alavên înşaetê lê barkirî bû, li ser rêya Anadoluyê texma Melena Piçûk ber bi Enqereyê va li bariyeran ket. Pişt ra tir bi Pira Melena Piçûk va aliqî ma û şofêr cab da îtfaiye û ambulansê.
Ekîbên îtfaiyeyê yên Şaredariya Duzce û Şaredariya Mezin a Sakaryayê çûn cihê bûyerê da ku Dalkiliç xilas bikin.
Piştî xebata du saetan Dalkiliç hat xilaskirin.
Hat gotin ku rewşa Dalkiliç baş e û ew bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Duzce Ataturkê.
Ekîbên rê jî li ser rê paqijî kir û alavên înşaetê paqij kirin.