Ahmet Aydı
06 Nîsan 2017•Rojanekirin: 08 Nîsan 2017
ŞIRNAK
Ji aliyê Şaredariya Şirnexa ku Wezareta Navxweyî di çarçoveya qerarnameya di hukmê qanûnê (QHQ) da wezîfedarkirin kiribû, di nava parq, bexçe û xaçerêyan da kulîlk û dar tên çandin.
Alîkarê Walî Turan Bedirhanoglu ku weke Wekîlşaredar hatiye wezîfedarkirin, di daxuyaniya xwe da anî ziman ku di xizmeta welatiyan da berdewam in.

Bedirhanoglu got, "Di serî da me kevirên di nava refujan da neqandin û piştî paqijkirinê me ew boyax kirin. Piştra me nava wan tevrik kirin û me kulîlk û gul tê da çandin. Ekîbeke 50 kesî bi û 7 wesayit tê da dixebitin. 50 hezar kulîlkên rengbireng û 500 dar tên çandin."