Hüseyin Yıldız
24 Sibat 2024•Rojanekirin: 07 Adar 2024
Navenda Terapiya Bi Xwê ya ku sala 2022an li Tuzlucaya navçeya Îdirê hat vekirin û heta îro mazûvaniya 310 hezar geştiyaran kir, di mehên zivistanê da jî balê dikişîne.
Li Çiyayê Xwê ya li navçeya Tuzlucayê, galeriyên ku di encama kolandinan da hatine vedan, ji aliyê Walîtiya Îdirê va qonax bi qonax bo Navenda Terapiya Bi Xwê hat veguhastin.
Navenda terapiyê ya ku bi metreyan di binê erdê da ye, dîwar, ban û zemîna wê bi tevahî ji xwê pêk tê.
Navend piştî peyzaj û ronîkirinê ket hizmetê û dest bi mazuvaniya gelek geştiyaran kir.
Navenda ku ji sala 2022an vir va di xizmetê da ye, di demeke kurt da li seranserê welêt hat bihîstin, eleqeyeke mezin ji geştiyarên xwecihî û biyanî dît û ji roja vekirinê va mazûvaniya 310 hezar ziyaretvanan kir.
Ji ziyaretvanan Lale Temelkuranê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ew ji Îzmirê hatine û dema Çiyayê Xwê dîtin gelekî matmayî man.
Temelkuranê dest nîşan kir ku ew ji bo seyranê hatine vê herêmê û wiha got: "Min nizanibû ku li welatê me cihekî wiha heye. Gelekî ecêb e ku tiştekî ku şaristaniyeke beriya zayînê li vir wiha çêkiriye û heta nuha hîn jî li cihê xwe ye. Bi fikra min cihekî wisa ye ku divê teveka cîhanê nas bike."
- "Divê ne tenê Tirkiye, welatên din jî vê bibihîzin"
Selma Yuksela ku bi hevalên xwe ra ji bo geştê hatiye herêmê diyar kir ku şikeft bi her awayî balkêş e û got:
"Ez nikarim qala hesta me ya li vir bikim. Em ketin cîhaneke gelekî cûda. Li van cihên ku teknolojî nikare bigihêje, tiştên mîna van stûnan hatine danîn û heta îro mane, em matmayî hiştin, çawa hatine çêkirin. Em dixwazin vê belav bikin. Divê ne tenê Tirkiye, welatên din jî vê yekê bibihîzin. Bila bibînin ku tiştekî wisa bêhempa li vir heye."