Haydar Şahin
04 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2018
SAMSUN
Li Samsunê sezona tirîtê dest bi kir û eleqeya nîşanî qazan didin zêde bû.
Tirîta wekî Samsunê li gelek herêmên Anadoluyê tê xwarin, bi goştê qaz, werdeg, mirîşk, çêlek û pêz tê çêkirin.
Muhabbet Altinokê li Hawzaya navçeya Samsunê qazan difroşe daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li Hawza, Kavak û Wezîrkopriyê eleqeyê nîşanî tirîta ji goştê qazan tê çêkirin didin.
Altinêok dema hewa sar dibe eleqeya nîşanî goştê qazan didin zêde dibe û wiha axivî: "Ez qazên purtkirî yên paqijkirî difroşim. Kîloya qazên paqijkirî bi 35 lireyî difroşim. Kêmzêde bi 150 lireyî dikarin qazeke paqijkirî ya rind bikirin. Hetanî sibatê qerebalixî dewam dike."
Nurî Cenikê ku qazan xwedî dike jî diyar kir ku di navbera 100 û 150 lireyî da qezakê difroşin, dibê binê bask û ser singa qazeke bêsûkirî bez bigre.
Welatiyên ji bazarê qaz kirîn jî diyar kirin ku ji par vir va bihayê qazan neguheriye ji ber vê kêfxweş in.