İbrahim Atmaca
09 Îlon 2019•Rojanekirin: 11 Îlon 2019
Li Wêranşehira navçeya Şanliûrfayê qireya ku jê ra dibêjin şelengo û ji derva va dişibe petîxê û tehma wê mîna xiyaran e, bi xebatên ku tên kirin va wê him were parastin û him jî ji bo aboriyê pere bide qezenckirin.
Endezyarên Enstîtuya Lêkolîna Çandinî ya Projeya Başûrê Rojhilata Anadoluyê (GAPTAEM) ji bo ku xêr û bereketa berên li herêmê çêdibin zêde bibe û cureyên wan zêde bibe, xebatan dikin ku toximê xwecî islah bibe û xurt bibe.
Di vê çarçoveyê da endezyar li ser şelengoya ku li navçeya Wêranşehirê çêdibe, xebat kirin û seba ku xêr û bereketa şelengoyê zêde bibe, şert û mercên hêşînbûna wê, seba aboriyê taybetiyên wê werin tesbîtkirin, şelengo wê were parastin.
Midûrê GAPTAEMê Îbrahîm Halîl Çetîner daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Qaymeqamtiya Wêranşehirê xwestiye û toximê şelengoyê were berhevkirin, parastin, islahkirin û xurtkirin. Çetîner diyar kir, wan jî li ser vê daxwazê xebat da destpêkirin.
Çetîner diyar kir, di vê çarçoveyê da seba tescîlkirina şelengoyê par di cotmehê da toximê wê hat danîn û wiha dewam kir: "9 cureyên şelengoyê gihîşt destê me, lê li gor me ji van tenê du cureyên wan cuda ne. Me par şelengo hildan, em ê îsal jî hildin û tescîl bikin."