Jiyan

Şelaleya Muradiyeyê bi bandora baranan êdî bi coştir dişirike

Muhammed Onur Yavrutürk  | 08.05.2024 - Rojanekırın : 13.05.2024
Şelaleya Muradiyeyê bi bandora baranan êdî bi coştir dişirike

Van

 Li Wanê di rojên dawîn da bi bandora baranê û helîna berfê ra Şelaleya Muradiyeyê gihişt asta herî bilind a salên dawîn.

Şelaleya li ser çemê Bendîmahiya li navçeya Muradiyeyê di her demsalê da dîmenekî cihê dide û bala geştyarên xwemalî û biyanî dikişîne.

Geştyarên ku tên serdana deverê, li ber dîmenê şelaleya ku debiya wê zêde bûye fotografan dikişînin û wextekî xweş derbas dikin.

Wênekêşa siruştê Beyzanur Dedeya ku ji Îzmirê jî hatiye diyar kir ku li ser pêşniyaza hevalên xwe yên li Wanê dixebitin hatiye serdana herêmê.

Dedeyê anî ziman ku ew hez dike dema xwe li siruştê derbas bike û got: "Hevalên min ji min ra gotin ku divê tu bi teqez bêyî vê derê û vê dîmena bêhempa bikişînî. Ji ber vê yekê ez hatim. Ji ber ku îsal berf û baran zêde bû debiya şelaleyê pir zêde bûye. Ez pir kêfxweş bûm ku min dîmenên van deran kişandin."

Ji geştyaran Yasemîn Doganayê jî wiha got: "Li gorî min Şelaleya Muradiyeyê cihekî wisa ye ku divê her kes bê bibîne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın