Jiyan

Şanliurfayî digel Kovîd-19ê ji kêfa xwe ya xwarinê nayên xwarê

Şêniyên Rihayê li malên xwe di beroş û sêniyan da xwarinên curbecur çêdikin, dişînin firneyan û di fitarê da dixwin

Abdullah Tel  | 15.05.2020 - Rojanekırın : 16.05.2020
Şanliurfayî digel Kovîd-19ê ji kêfa xwe ya xwarinê nayên xwarê Müslüm Etgü - Anadolu Ajansı

Şanlıurfa

 Şanliurfaya ku bi xwarin û tehmên xwe yên curbecur va ji bajarên bi nav û deng ên Tirkiyeyê yek e di meha remezanê da digel şewba vîrusa koronayê (Kovîd-19) bi xwarinên li firneyan ji bo fitarê tên pijandin, balê dikşîne.

Welatî li malên xwe ji borekan bigre heta dolme, lehmecûn, pîde û gelek xwarinên din çêdikin û ji bo pijandinê jî dişînin firneyan û di fitarê da têra dilê xwe dixwin.

Şêniyên Rihayê li malên xwe di beroş û sêniyan da xwarinên curbecur ên gelek xweş çêdikin û digel şewba Kovîd-19ê ji kêfa xwe nayên xwarê.

Xwarinên ji nok, birinc, fasulye tên çêkirin, dolme, tirşik, lehmecûn, kebap û gelek tehmên din ên di firneyan da bê pere tên pijandin, sifreyên welatiyan şên dikin.

Li Taxa Devteştî ya li ser navçeya Xelîliyeyê xwediyê firneyê Îbrahîm Xelîl Durmuş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji bo xwarinên welatiyên bigihînin fitarê ew gelekî hewl didin.

Durmuş destnîşan kir ku li firneyan xwarin pijandin li Rihayê kevneşopî ye lê di mehên remezanê da xwarinên dişînin firneyan jî du sê qat zêdetir dibe.

Nanpêj Mahmut Şîmşekê jî got ku li Rihayê bi taybetî di mehên havînê da xwarinên di sênî û beroşan da tên çêkirin zêdetir dibin û ji ber ku remezan e jî ev eleqe niha zêde bûye.

Xwediyên firneyan û nanpêj ji welatiyan dixwazin ku bila ew sênî û beroşên xwe 3-4 saet beriya fitarê bibin firneyê da ku qelebalixî û derengî çênebe.

Ji mişteriyan Îshak Yapicier jî destnîşan kir ku xwediyên firneyan û nanpêj li firneyan bi pijandina xwarinan va ji bo welatiyan xizmeteke gelekî baş dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.