Sabri Kesen
03 Hezîran 2025•Rojanekirin: 04 Hezîran 2025
Rêwîtiya bo Erefatê ya heciyên namzed ên ji bo pêkanîna ferîzaya hecê li xaka pîroz in, sibê dest pê dike.
Serokatiya Karûbarên Dînî ya dê heciyên namzed bigihîne Erefatê, amadekariyên xwe kuta kirin ku heciyên namzed ruknên hecê bi cih bînin.
Hemû ekîbên Serokatiya Karûberên Diyanetê yên ji bo hêsankariya pêkanîna îbadetan û pêdiviyên din ên heciyên namzed hatine peywirdarkirin, dê li Erefatê jî xizmetên xwe bidomînin.
Çûyîna bo Erefata ku 25 kîlometre li rojhilatê Mekkeyê ye, sibê dest pê dike û ji bo vê jî heciyên namzed dê ji otêlên xwe bi otobusan bên veguhestin. Her wiha li Erefatê ji bo heciyên namzed kon jî hatine vegirtin.