Rûyê qeşagirtî yê Gola Çildirê dihele
Qaymeqamê Çildirê Alper Taş: "Taybetî 2 roj in hewa germ e û rûyê golê hinekî veheliyaye. Em jî wek tevdîr dixwazin ku kes dernekeve ser cemedê"

Ardahan
Gola Çildirê ku dikeve nav sînorên Erdexan-Qersê û rûyê wê qerisî ye, di van rojên dawîn da bi germbûna hewayê ra dihele.
Ji ber ku her zivistan rûyê golê diqerise, li ser golê bi usûla Eskîmoyan masî tên girtin û bi xizekên hespan li ser digerin. Lê ji ber ku hewa îsal germ e, cemeda rûyê golê dihele.
Qaymeqamê Çildirê Alper Taş, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, di rojên dawîn da ji ber ku germa hewayê li gor demsalê zêde ye, rûyê qeşakişandî yê Gola Çildirê vedihele.
Taş hişyarî da ku welatî dernekevin ser cemedê û wiha dewam kir, "Taybetî 2 roj in hewa germ e û rûyê golê hinekî veheliyaye. Em jî wek tevdîr dixwazin ku kes dernekeve ser cemedê. Heke çend roj şûnda berfa ku tê payîn bibare û serma çêbibe, em li bendê ne ku rûyê golê cardin bişide."
Turhan Kiliçê ku li ser golê masiyan digire jî diyar kir, wan ji bo girtina masiyan tor avêt nava avê û wiha dewam kir, "Piştî vî qasî berhevkirina van toran wê zehmet bibe. Ji ber ku cemed vedihele, em nikarin herin cem toran. Taybetî nava golê pir veheliyaye. Heke gol çend roj şûnda cardin qeşa nekişîn, bi hezaran lireyî zirar me wê çêbibe. Lewra torên ku me avêtinê, em ê nikaribin derxin. Germ ji nişka va çêbû, em metel man."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.