Jiyan

Rûyê Gola Bendava Qersê cemed girt

Li Qersê ji ber sermayê rûyê Gola Bendava Qersê cemed girt.

Haydar Şahin   | 16.01.2020
Rûyê Gola Bendava Qersê cemed girt

Kars

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ya hewaya zehf sar e ser çem û bendavan cemidî.

Bendava Qersê ya ji bo ava vexwarin û avdana zevî û mêrgan di çarçoveya "Projeya Ava Golê" da hatibû avakirin ji ber sermayê cemed girt.

Li bajêr bi şev germahiya hewayê dakete 21 pileyên di binê sifirê da, ji ber vê rûyê golê cemidî û dîmenên xweşik derketin holê.

Gelek hezkiriyên wêneyan ên bihîstin ku rûyê golê cemed girtiye hatin herêmê û wêneyên golê girtin.

Adem Alpê welatî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku hewaya li bajêr gelekî sar e û wiha pê da çû: "Îsal zivistan dereng hat Qersê lêbelê rûyê Gola Bendava Qersê li gor sala par zêde buz girt. Zivistana vê derê bi zor û zehmetî derbas dibe, rûyê bendavê jî cemidî. Tav jî derket û dîmenên bêhempa derketin holê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın