TRABZON
Li Maçkaya navçeya Trabzonê salek berê ji ber ku bi lez û bez mizgeft hat çêkirin, mîhrab, mînber û qibleya mizgeftê xelet hat çêkirin.
Welatiyên ku li gundê Yukarikoya Maçkayê li texma Ermenî Duzuyê dijîn, ji ber ku malên wan dûrî 2 mizgeftên li gund bûn, xwestin li texma malên xwe mizgeftekê çêkin. Gundî û meleyê ku li Bafraya Samsunê wezîfedar e û havînan tê gund ji xêrxwaz Refîk Yildiz (85) ji bo çêkirina mizgeftê cî xwestin.
Piştî ku Yildiz ji bo mizgeftê erazî bexşand gundî û welatiyên xêrxwaz pere kom kirin û dest bi çêkirina mizgeftê kirin.
Gundiyan dest bi çêkirina mizgeftê kir û ji bo tesbîtkirina qibleyê serî li Miftîtiya Maçkayê nedan û sala par mizgeft çêkirin.
Ji ber ku qible xelet hat hesabkirin mîhrab û mînber jî xelet hatin çêkirin.
Gundiyan demekê li mizgeftê nimêj kirin û paşê ferq kirin ku qible xelet hesab kirine. Gundiyan berê xalîçeyên mizgeftê guherandin û niha li gor qibleyê nimêj dikin. Gundî wê mîhrab û mînberê xera bikin û cardin çêkin.
Miftiyê Maçkayê Hasan Degîrmencî destnîşan kir ku gundiyan mizgeft çêkirine û mizgeft girêdayî Serokatiya Karên Diyanetê nîne.
Degîrmencî got ku heger berê xwe bidin qibleyê û nimêj bikin tu pirsgirêk tuneye û wiha dewam kir: "Li vî gund jî heger berê xwe bidin qibleyê û nimêj bikin, temam e."