Fatih Gazioğlu
12 Tebax 2017•Rojanekirin: 14 Tebax 2017
TRABZON
Hemşeriyên Eren Bulbulê 16 salî yê ku duh li Maçkaya navçeya Trabzonê ji aliyê rêxistina terorê va hatibû şehîd kirin, xemgîn in.
Cinazeyê Eren Bulbul wê piştî nimêjê îro bê veşartin. Dayika wî Ayşe Bulbul û eqrebayên wî ji bo wergirtina cinazeyê wî niha li ber deriyê Nexweşxaneya Farabî ya Zanîngeha KTUyê disekinin.
Cinazeyê Bulbul piştî nimêja cinazeya wî li goristana malbatê ya ku li taxê Kopruyanê ye wê bê veşartin.

- Eren ji Trabzonsporê gelekî hez dikir
Hemşeriyên Bulbul yên ku li navçeyê dijîn ji ber mirina wî gelek xemgîn in. Hemû xwediyên mal û dikanam alayên Tirkiyeyê bi deriyê xwe ve kirin.
Şaredariya Maçkayê afîşeke ku li ser wêneya Eren tê de ye bi awahiya xwe ve kir. Li ser afîşê wiha hat nivîsandin: "Eren Bulbul xelkê Maçkayê te jî bir nake. Cihê hemû şehîdên me bibe biheşt înşellah."

Hat ragihandin bavê Eren, Hasan Bulbul jî mixtarê taxê Kopruyanê bû û ev demek e wefat kiriye.
Eren li ser hesabê xwe ya medyaya civakî beriya 2 mehan peyameke wiha parve kiribû: "Tu kes jî dernakeve û ji min re bibê Eren şikûr tu heyî :("