Hüseyin Yıldız
07 Îlon 2021•Rojanekirin: 07 Îlon 2021
Li dinyayê 14 cure sîqalk hene û ji wan 4 cure li Îdirê dijîn. Zanîngeha Îdirê ew ê li ser populasyona sîqalqên piçûk ên li Îdirê bixebite û hejmara wan eşkere bike.
Sîqalk ji ber ku bermayiyên li çil û çiyan dixwin û bi piranî bi mirarî û hişbûyan va xwe xweyî dikin bi navê "Sergoxurên Tebîetê" tên binavkirin. Li Îdirê 4 cure sîqalk hene û li Tuzlucaya navçeya bajêr dijîn.
Li herêmê herî zêde sîqalkên piçûk dijîn û çavdêrên çivîkan eleqeyê nîşanî sîqalkna didin.
Sîqalkên gelekî kêrî tebîetê tên ji ber ku meriêv kêm lê hene herî zêde li herêmên aliyê sînorê Ermenistanê jiyana xwe didomînin.
Wezîfedarên Navenda Çivîkan a Zanîngeha Îdirê (KUŞMER) ew ê li ew ê bi xebateke berfireh va li ser populasyona sîqalkên piçûk bixebitin.
Emrah Çelîkê Midûrê KUŞAMERê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku jiyana kovî ya sîqalkên piçûk ji bo zanista çivîkan gelekî giring e.
Çelîk got sîqal herêma lê dijîn ji mirarî û hişbûyan paqij dikin û wiha pê da çû: "Li dinyayê 14 cure sîqalk hene. Sîqalk ji bo tebîetê gelekî girîng in. Di paqijkirina mirarî û hişbûyan li tebîetê da roleke mezin dilîzin."
Çelîk diyar kir ku ji 14 cureyên li dinyayê 4 heb li Tirkiyeyê dijîn û wiha pê da çû: "Li vê derê cureyên piçûk, bi rû, sor û reş dijîn. Sîqalkên piçûk ji bo herêmê û Îdirê cureyên girîng in. Dema em diçin Tuzlucayê em vê cureyê dişopînin. Em ê bi xebatên pêşerojê va rewşa populasyona hemû cureyan tesbît bikin."Çelîk got ku tesbîta hejmara sîqalkên piçûk ên li herêmê zor e, ji bo vê xebatek demdirêj lazim dike, ew ê bi xebata xwe va populasyona sîqalkan derxin holê.