Jiyan

Nêzî milyon û nîvek pez li 217 zozanên Mûşê diçêrin

Midûrê Çandinî û Daristanê yê Mûşê Mehmet Aydin diyar kir ku li 271 zozanên bajêr bi tevahî milyonek û 384 hezar pez diçêrin

Abdullah Tel  | 07.07.2020 - Rojanekırın : 15.07.2020
Nêzî milyon û nîvek pez li 217 zozanên Mûşê diçêrin

Muş

Midûrê Çandinî û Daristanê yê Mûşê Mehmet Aydin diyar kir ku li 271 zozanên bajêr bi tevahî milyonek û 384 hezar pez diçêrin û salê ji wan 60 hezar ton şîr tê dotin û 2 hezar ton jî hirî tê birîn. Aydin ragihand ku bi saya pêz salê bi qasî 550 milyon lireyî dahat tê û ev jî bi kêrî aboriyê tê.

Aydinê ku çû gundê Ekînduzuya 35 kîlometre ji bajêr dûr e bi koçerên li zozanên bilindahiya wê ya ji behrê 2 hezar û 500 metre ye ra hat bal hev.

Midûrê Çandinî û Daristanê yê Mûşê Aydin li zozanan guh da koçeran û kêmasî û pirsgirêkên wan pirsî û di daxuyaniya da rojnamegeran da jî got ku li bajêr 217 zozanên wek qada çêrê ya ji 3 milyon û nîv donimî pêk tên hene.

Di axaftina xwe da Aydin got: "Li herêmê piştî ku hizûr û aramî bi cih bû heywandarî jî zêde bû. Xwediyên pez hersal di meha gulanê da derdikevin zozanan. Îsal li bajarê me li 217 zozanan milyonek û 384 hezar pez hene. Ev bi tenê yê me nînin. Ji Riha, Diyarbekir, Mêrdîn, Sêrt û Batmanê jî pêz tînin zozanên me. Ji wan deran bi qasî 300 hezar pez niha li zozanên me diçêrin."

Koçerên li zozanan ji ber serdanê ji Aydin ra spas kirin û xwestin ku bila di demeke kurt da pirsgirêkên jê ra qal kirin bên çareserkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın