E.O
26 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2016
ANKARA
Li tevahiya welêt, welatî ji bo berteknîşandina teşebûsa derbeyê ya FETO di nobeda demokrasiyê da berdewam in.
- Îzmit
Welatiyên ku li qada Bazara Pênçşemê ya Îzmitê kom bûn di roja 12emîn a teşebûsa derbeyê de bertekên xwe û "nobeda demokrasiyê" berdewam kirin.
Di çalakiyê de ji bo hêzên ewlehiyê û welatiyên dema hewl didan ku beriya teşebûsa derbeyê ya FETO bigirin şehîd ketin, Qur'ana Pîroz hat xwendin û dia hatin kirin.
- Edene
"Mitînga Rêzgirtina Vîna Neteweyî û Demokrasiyê" ya ku ji aliyê "Platforma Rêzgirtina Vîna Neteweyî ya Edeneyê" ya ku ji gelek saziyên civakî yên sivîl pêk tê ve tê lidarxistin berdewam e.
Gelek welatî bi malbat û zarokên xwe beşdarî mitînga ku li Qada Ugur Mumcu hat kirin, bûn. Di çalakiyê de ji bo kesên ku di dema teşebûsa derbeyê de mirin Qur'ana Pîroz hat xwendin. Pişt re welatiyan Sirûda Neteweyî xwendin û ji bo rêzgiritnê sekinîn.
- Osmaniye
Li Osmaniyeyê bi hezaran welatî li Qada Cumhuriyetê nobeda demokrasiyê berdewam kirin.
Di çalakiyê de ji bo rêzgiritna kesên ku di teşebûsa derbeyê de mirin li ser piyan sekinîn, Sirûda Neteweyî û Qur'ana Pîroz xwendin.
- Qeyserî
Li Qeyseriyê biçûk û mezin bi hezaran kesên ku alaya Tirkiyeyê hilgirtin, qada bajêr tijî kirin, dia kirin û lenet li kesên ku teşebûsa derbeyê kirin û Fethullah Gulenê serokê FETOyê barandin.
Ayla Ozkana welatiya astengdar a ku ji bo "nobeda demokrasiyê" hat qadê wiha axivî: "Em astengdar in lê ew jî ji dînê xwe astengdar in. Bila ya xwe ji Xwedê bibînin, em dixwazin ku ew kesên ku ev yek kirin bên darvekirin."
Ozcan Erkîp qal kir ku bi malbata xwe re ev 12 roj in ku li konê nobeda demokrasiyê berdewam dikin û destnîşan kir ku dijî derbekeran heta sibê disekinin.